Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

Namzetên HDP’ê mal bi mal digerin

Xebatên HDP’ê yên îro li her navendê bi girseyî derbas bû. Namzetê HDP’ê yên ku mal bi mal geriyan, bal kişandin ser girîngiya derbaskirina benda hilbijartinê ya HDP’ê.

Êdî ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê çend roj man. Xebatên hilbijartina parlemeter û serokkomariyê bi lez dom dikin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe bê navber didomînin, îro jî bi gel re civiyan.

EDENE

Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê navber dom dike. Namzetên ciwan, kolan bi kolan, mal bi malên navçeya Yuregîr geriyan û ji bo derbaskirina benda hilbijartin ji bo HDP’ê destek xwestin. Her wiha namzetan li taxa Seyhan û Yeşîlevlerê serdana esnbafan kirin.

MÊRSÎN

Xebatên namzetên parlemeteriyê yên HDP’ê yên Mêrsînê jî dewam dikin. Namzet serdana esnafên Karabucak, Kuçuk Mînare, 100 yil û Gazîpaşa yên li Taxên Tarsûs, Akdenîz, Toroslar, Yenîşehîr, Mezlîtiyê kirin. Namzeta parlemeteriyê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan û Hevşaredara Akdenîzê ya ku qeyûm li şûna wê hate wezîfedarkirin Yuksel Mutlû li taxa Şevket Sumer serdan jinan kirin. Her wiha li taxa Mevlana jî namzeta parlemeteriy ya Edeneyê Hatîce Kavran jî di bernameya mewlûdê de bi jinan re civiya.

ANTALYA

Nametê parlemeteriyê yê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî li navenda bajar li standa ji aliyê HDP’ê ve hate vekirin, belavok li welatiyan belav kir. Bulbul got: “Dengek ji bo HDP’ê, dengek ji bo Demîrtaş.’

RIHA

Namzetên HDP’ê yên Rihayê jî îro li nav gel bûn, guh dan pirsgirêkên gel. Namzetên HDP’ê Îsmaîl Tellî, Şerîfe Bendaş, Ayşe Surucu, Yûsûf Yetim li gel rêveberên HDP’yî li navenda bajarê Rihayê xebat bi rê ve birin, dîsa serdana gelên li taxên bajahî û navenda bajar kirin.

Ayşe Surucu û Yûsûf Yetîm serdana Kumbel, Cembel û Krebreş ên li taxên bejahî yên Karakopru ya navenda bajar serdana gel kirin.

Nusrettîn Maçîn û Îsmaîl Kaplan jî ji aliyê welatiyên Pirsûsê ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Li vir namzetan serdana esnaf û saziyan kirin. Omer Ocalan jî li navçeya Hewag xebatên hilbijartinê bi rê ve birin.

Dîsa namzetê Rihayê Nîmetûlah Erdogmûş û Bişar Tuysûz li gel siyasetmearê Kurd Ahmet Turk li Alîgore ya girêdayî Pîrsûsê serdana esnafan kirin û piştre jî serdana malan hate kirin.

AMED

Namzetê HDP’yê yê Amedê Mehmet Temîzyuz di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana esnafên li ser rêya Altinok a Bismilê kirin.  Temîzyuz ê ji aliyê esnafan ve bi coş hate pêşwazîkirin, bi esnafan re gotûbêj kirin.

ŞIRNEX

Namzetên HDP’ê li navçeya Hezex, Basan serdana gelek gundan kirin, buroyên hilbijartinê vekirin. Namzetê HDP’ê Serdar Kunî jî di nav de gelek HDP’yî bi tevlîbûna gelek kesan li bajarokê Findik ê Basanê buro vekirin.

ÎDIR

Namzetê HDP’ê Hasan Ozguneşî jî di nav de gelek HDP’yî serdana gudnên xenduk, Xirabşeref, Hespist, Mirik Kewşîn û Sêregir kirin. HDP’yî li her 6 gundan ji aliyê sedan kesî ve bi al û paçên kesk, sor û zer ve hatin pêşwazîkirin. Gel û namzet li gel stranên HDP’ê govend gerandin.

MÊRDÎN

Li Mêrdîn û navçeyê wê jî namzetên HDP’ê xebatên xwe bi rê ve birin. Di heman demê de Mîthat Sancar ê parlementer li Qoserê, Pero Dundar jî li Dêrik û Ebrû Gunay jî li Nisêbînê, Dîsa Gulbûn Şahî Dohgan jî li Mahsertê, Dîlaver Înal li Artûklûyê wekîlê HDP’ê Erol Dora jî li Sewrê bi welatiyan re civiyan.