Di xebatên hilbijartinan yên HDP’ê yên de bi hezaran kes li hev civiyan.
MANÎSA
Bi hezaran kes beşdarî mîtînga HDP’ê ya li Taxa Ataturk a navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê bûn. Hemû namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê beşdarî mîtîngê bûn û ji her beşê civakê yên li Tûrgûtlûyê dijîn jî beşdarî mîtînga şevê bûn. Namzetê HDP’ê yê Manîsayê Sirri Sakik axivî.
Sakik wiha got; “HDP projeyekî mezin a gel e. HDP partiyeke wiha ye ku hemû gelan, hemû nasnameyan û hemû baweriyan himbêz dike û bi hevre rêxistin dike. HDP wijdan, exlaq û baweriya gel e.”
AYDIN
Li Aydinê jî ji saetên sibê ve HDP’yiyan bi gel re civiyan û saetên şevê jî serdana dikandaran kirin. Gel eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan a. HDP’yiyan heta derengiya şevê xebatên hilbijartinê domandin, serdanên mal û xebatên qanekirinê birêvebiri.
MÊRDÎN
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê li navçeya Artûklûyê bi beşdarbûna namzetên HDP’ê û bi sedan kesî buroya hilbijartinê vekir. Namzet Ebrû Gunay banga xwedî derketina li sindoq û denga kir, namzet Pero Dunduar jî got divê li Meclîsê Kurd û gelên din jî hebe.
Piştî axaftinan kurdeleya buroya hilbijartinê ji aliyê Dayikên Aşitî û namzetên HDP’ê bi tilîliyan hate qetandin. Piştre gel govend gerand û sînevîzyona ji axaftinên Selahattîn Demîrtaş temaşe kirin.
ŞIRNEX
Li Konûtên Toplû û Yeşîlyûrt yên navenda bajarê Şirnexê, namzetên parlamenteriyê û jinên Şirnexî li hev civiyan û pêvajoya hilbijartinê nirxandin. Di axaftinan de qala rolê jinan û îradeya jinan a di hilbijartinê de hate kirin. Jinên Şirnexî yên ku bi cil û bergên herêmî dirûşmeyên ‘Em jinin em li virin em dikarin’ û ‘Jin jiyan azadî’ qêriyan û bi çepikan dawî li civîna xwe anîn.
AMED
Xebatên HDP’ê yên li Amedê, li navçeya Sûrê namzetên ciwan Dersim Dag û Abdûrrahmîn Dûrmûş bi rê ve bir. Dag serdana malan û Dûrmûş jî serdana gundan kir. Namzet Remziya Tosûn jî li navçeya Yenîşehîr serdana galericiyên li taxa Îplik ya Malpera Oto Galericiyan kir. Galericiyan eleqeyek mezin nîşanî Tosûn da.
Namzet Salîha Aydenîz jî li navçeya farqînê serdana gundên Korît û Fera kir. Namzetê din Mûsa Farîsogûllarî jî serdana dikandarên li Çaryana Baglar kir.
Selçûk Mizrakli jî li navçeya Karazê xebatên hilbijartinê domand. Mizrakli bi partiyan re li Mizgefta Veysel Karanî nimêj kir. Piştî derketina ji mizgeftê gel eleqeyek mezin nîşanî Mizrakli da û Mizrakli li vir axivî û got; “Li dijî zilma Firavûn em rêhevalên Mûsa ne. Em li pişt Hz. Muhammed yê li dijî Pûtperestan in. Em zarokên Kawa yê ku li dijî Dehaqê zalim û zilma wî agirê azadiyê pêxistî ne.”
Ji namzetan Ferda Fahrîoglû Akin jî li navçeya Hezro beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bû. Akin bi Dayikên Aşitiyê re buroya hilbijartinê vekir û wiha axivî; “Bi salan e dixwazin me tine bikin lê em tine nekirin. Ji ber ku em mafdar in.” Akin banga xwedî derketina li sindoqan jî kir û wiha got; “Hemû kesê ku wijdan pêre hebe divê dengê xwe bide HDP û Demîrtaş”.
Akin piştre derbasî Taxa Zoxbirîm bû û serdanên xwe domand.
Namzeta HDP’ê Remziya Tosûn jî xebatên xwe piştî fitarê jî domand. Bi aktivîstên TJA û Meclîsa Jinên HDP’ê re li Buroya Hilbijartinê ya Jinên HDP’ê ya li navçeya Yenîşehirê çalakiya bi erbane lidarxist. Jinan bê navber dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin.
Namzet Semra Guzel jî li navçeya Erxenî tevayî rojê serdana gel kir û piştre li sifreyên li ser rûyê erdê bi jinan re civiya. Jinan piştre bi erbaneyan berbi buroya hilbijartinê ve meşiyan.
MERSÎN
HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbiartinê de li navçeyên Erdemlî, Mezîtlî, Yenîşehîr, Toroslar, Akdenîz û Tarsûsê bi gel re civiyan, serdana çayxaneyan kirin û di xwarina fitarê de bi gel re civiyan. Gel eleqeyek mezin nîşanî namzetên HDP’ê dan.
Li navçeya Erdemliyê jî di civîna gel de gel bi ala HDP’ê , nîşaneya serketinê û govendê namzetê parlamenteriyê Atîlla Guney pêşwazî kir. Guney bi bîr xist ku hevşaredar yên ku bi îradeya gel hatin hilbijartin li girtîgehê ne û li cihê wan qeyûm hatine tayînkirin. Gel wê bersiva herî baş dibe kesên ku rêz li hemberî îradeya gel nagirin.