Namzetê AKP’ê Gulpinar li Girê Sor êrîşî esnafan kir

Namzetê AKP’ê yê Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana esnafên navçeya Girê Sor (Sîverek) û rastî bertekên esnafan hat. Gulpinar bi pehînan êrîşî ser esnafan kiriye û dengê xwe li ser esnafan bilind kiriye.

Li Rihayê namzetê AKP’ê Mehmet Kasim Gulpinar yê ku herî kêm rastî bertekan tê, îro danê sibehê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana esnafên navçeya Girê Sor. Mehmet Kasim Gulpinar li Girê Sor rastî bertekên esnafan hatin. Li gorî dîmenên ANF’ê bi dest xistine Mehmet Kasim Gulpinar bi polîsên ligel xwe re êrîşî esnafan kir û li ser esnafan de dengê xwe bilind kir. Her wiha hate xuyakirin ku Mehmet Kasim Gulpinar dema ji ber bertekan bazarê diterikîne bi pehînan êrîşî esnafekê kir. Hêjayî gotinê ye ku Mehmet Kasim Gulpinar û koma wî ya polîsan bi bertekên esnafan ji bazarê hate derxistin. Welatiyên Girê Sor bertek nîşanî rayedarên AKP’ê dan û wiha gotin: “Em li Girê Sor AKP’ê naxwazin, derkevin herin destê xwe ji vî gelê mezlûm bikêşin. Girê Sor bê AKP aram e.”

MEHMET KASIM GULPINAR

Mehmet Kasim Gulpinar jî di serdema 24, 25 û 26’an a parlementeriyê de wekî parlementerê Rihayê çû Meclîsê. Gulpinar li herêma Qerejdaxê ya Sêwregê wekî şêxên gelek gundan tê naskirin. Di wan serdeman de yên ku Gulpinar bûye parlementer, di meclîsê de ji bilî rakirina destê xwe hema bibêje tu tiştek nekiriye. Gulpinar di desteya giştî de 4 caran wekî xîtab axiviye, carekê sond xwariye û û 5 caran jî di Komîsyona Karên Derve û Koma Yekîtiya Tirk a Parlementoyê ya Teşkîlata Îslamî de axiviye. Ji bilî van tiştan Gulpinar tu pêşniyazname jî nedaye meclîsê.