Nameyên Ocalan gihiştin muxataban

Nameyên Ocalan gihiştin muxataban

Nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  ji Qandîl û Ewropayê re nivîsandibû ji aliyê BDP'ê ve gihandin muxatabên wan. Hat zanîn ku name ji 20 rûpelan pêk tê.

Wekîlên Koma BDP Pervin Buldan û Îdris Baluken û Cîgirê Hevseroke HDP'ê Sirri Sureyya Onder di 7'ê kanûnê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Îmraliyê hevdîtin pêk anîbûn. Di hevdîtinê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  di hevdîtina 13'emin de diyar kiribû ku wî name ji Qandîl û Ewropayê re nivîsandiye. Wekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Buluken jî diyar kir ku BDP'ê nameya ku ji 20 rûpelan pêk tê gîhandiye Ewropa û Qandîlê.