Ji bo deriyê sînor ê Rojavayê Kurdistanê vebe Însiyatîfa Rojava ya Jinên Kurd li Ewropayê ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî re nameyekî rêkirin. Jinan diyar kirin ku têlên ku di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de hatine danîn, wan gelekî diêşîne û daxwaza rakirina ambargoyê ya li ser gelê Rojavayê Kurdistanê kirin.
Însiyatîfa Rojava ya Jinên Kurd li Ewropayê bi sernivîsa "Sînor yekitiya me ya neteweyî parçe dikin" ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî re nameyekî şandin. Nemeya ku ji raya giştî re jî hate eşkere kirin bi vî rengî ye:
"Li Rojhilata Navîn, ji ber sînorên cografîk ku bi Peymana Lozanê hatin avakirin û girêka kor a siyaseta ku hate meşandin, em bi dehan salan di nav êş û janê de jiyan. Ji ber vê girêkê axa weletê me Kurdistan ji bo welatên mîna Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê ku bi parçekirina Kurdistanê hatine avakirin re, hate pêşkêşkirin û li ser van axan bi sedhezaran mirovên me hatin qetilkirin.
Bi dehhezaran gundên me hatin şewitandin. Bi milyonan însanên me hatin sirgunkirin. Li Iraqê bêhejmar bi enfalan wehşet hate pêkanîn. Ji birîna Helebçe hê jî xwîn tê. Li Bakurê Kurdistanê bi hezaran ewladên me hatine qetilkirin û wendakirin ku em hê jî li hestiyên wan digerin. Ji ber polîtîkayên nijadkujiya siyasî niha di ser 10.000'î re keç û kurên me di zindanan de ne.
Rejima Îranê li hemberî daxwazanên me yên azadiyê, cezaya idamê bi kar tîne û hê jî vî sûcê mirovahiyê dike. Li Sûriyeyê jî rejima Baas siyaseta xwe ya bê nasname li ser gelê me ferz kir.. Derd û kulên gelê me bi gotin û nivîsandinê nayêne ziman. Wekî jinên kurd di domahîka dîrokê de, li rexmî hemû şert û mercên dijmirovî, ji bo parastina nasnameya kurd, zimanê kurd me bedel dane.
Çawa ku di têkoşîna Pêşmergeyan de kurdistaniyên ji Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava şer kirine, îro jî gerîlayên jin û mêr ên ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê li hemberî hêzên dagîrker, Kurdistanê diparêzin. Çawa di sala 1991'ê de gelê me yê li hemû parçeyên Kurdistanê li hemberî zilma Sedam gelê me yê Başûr parast, xwarin û vexwarina xwe, mala xwe bi wan re parve kir, îro jî hemû kurdistanî divê heman berpirsiyariya welatparweriyê ji bo Rojavayê Kurdistanê bi pêş dixin.
Rêzdar Barzanî;
Sedem çi dibe bila bibe, ambargoya ku niha hikûmeta we bi awayekî fiîlî daniye û her wiha têlên ku di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de hatine danîn, me gelekî diêşîne, dilê me disojîne. Jixwe hêzên mêtînger welatê me bi têlan parçe kiriye. Lê hêzeke kurd çima heman tiştî dike, heman siyasetê dimeşîne, mirov nikare fêm bike. Hêzên derveyî, yek hesabê dikin, hesabê berjewendiya xwe dikin. Em difikirin ku jixwe hûn ji azmûn û tecrûbeyên xwe yên di vî warî de vê yekê baş dizanin..
Rêzdar Barzanî;
Em jinên kurd ku bi dehan salan e li sirgûnê dijîn, li çar aliyên Ewropayê li dijî zilma dewletên mêtinger a li Kurdistanê me bêhejmar mitîng, meş û çalakî li dar xistin. Lê îro jî mixabin, em mecbûr in ku heman çalakayan li hemberî îktidara siyasî ya parçeyekî welatê xwe pêk bînin. We bangên gelek hêzên kurdistanî bêbersiv hiştin. Berovajî, rakirina ambargoyê li aliyekî, niha jî bi têlên rêsayî û pêşmergeyan hûn sînoran digirin. Hincetên ku hikûmeta we her car nîşan dide jî bi ti awayî nayên fêmkirin.
Bendewariya me ji we ew e ku ji bo Rojava statuya xwe bi dest bixe, cenabê we, hêza siyasî, dîplomatîk û aborî ya di destê xwe de bi rihê yekitiya neteweyî bixe xizmeta gel. Em ji we tika dikin, siyaseta xwe ya ambargoyê tavilê bi dawî bikin û têlên rêsayî derhal rakin, bi hestên neteweyî rabin, bi beşdariya hemû hêzên kurdistanî ji bo statuya kurdên Rojava di pêkanîna konferansa Yekitiya neteweyî de rola pêşeng bilîzin.
Em dixwazin ku hûn bi vê yekê bizanibin, heta ku ambargo ranebe û siyaseta têlên rêsayî bi dawî nebe, emê li Ewropayê di berxwedanê de bin."