Nabucco bi darbeyek mezin re rû bi rû ye!
Nabucco bi darbeyek mezin re rû bi rû ye!
Nabucco bi darbeyek mezin re rû bi rû ye!
Di firotina enerjiyê de hameleyeke ku nedihat payîn ji Azerbaycanê hat. Ji bo ku Bakuyê Gaza qada Şahdenîz 2 Xeta boriya Trans-Adriyatîk tercih kir, projeya xeta boriya gaza xwezayî ya herî mezin a cîhanê Nabucco kêm maye hilweşe. Norveş û Swîsre ku ne endamên YE’yê ne serkêşiya xeta nû dikin, gaza Kurdistan û Îranê jî li bende xetê ye.
Di 10’ê cotmeha 2002’an de bi wesîleya rojbûna Gîuseppe Verdî li Viyanayê li salona operasyonê bernamyek pêk hat. Li ser dîkê lîstika operayê ya bi navê Nabucco ya ku Verdî 153 sal berê nivîsibû hat lîstin. Lîstika ku kralê Babîlê, Nebukadnezzar vedigot, gele mîvanên taybet jî hebûn.
Nûnerên şîrketên OMV Erdgas (Avusturya), BOTAŞ (Tirkiye), Bulgargaz (Bulgaristan), Transgaz (Romanya), MOL (Maceristan) jî lîstik temaşekirin. Nûneran di 11’ê cotmehata 2002’an de carek din hatin cem hev û peymanek binavê Nabucco îmzekirin. Şîrketên rojava ne tenê di bin navên kralê Babîlê Nebukadnezzar man, nêta wan ev bû pêkanîna xewna înşakirina kuleya Babîlê bû.
Xeyala wan hev bû dewlemndiya bin erdê ya Mezopotamya û Asyayê bi projeya herî mezin a cîhanê bigihînin Ewropayê. Koma bi navê "Nabucco International Company" şîrket ava kirin û piştre şîrketa herî mezin a Almanyayê RWE jî tevli bû. Şîrketa Nabucco bi bê dengî bi salan xebata xwe meşand. Ewropa di roja yekemîn 2006’an de bi surprîzeke cemidî şiyar bû.
Rêveberiya Putûn ji berk u Ukraynayê 2,5 mîlyar dolar deynê gazê neda bû vanayên enerjiyê girtibû. Ji bo Ewropayê jî gaz ji ser Ukraynayê dihat. Krîz bi rojan berdewam kir. Ewropayê dersek mezin girt. Divê ji korîdoreke enerjiyê ya alternatîf bihata avakirin. Yekitiya Ewropayê ji bo Nabucco bikeve jiyanê piştgirî da.
WEZÎRÊ BERÊ FÎSCHER LI SER KAR E!
Bi Nabucco re li aliyekê gaza Kafkas û li aliyê din jî gaza herêma federal a Kurdistanê bi gaza bakûrê Kurdistanê dê bihata cem hev û bi boriyên dirêjiya wan 3300 kîlometre bû dê bigihandina rojavayê Ewropayê. Hedef salê 31 mîlyar kubikmetre gaz bû. Projeya ku Ewropa dikir dewlmendê enerjiyê, ji bo Moskovayê girtina qerta enerjiyê ya ji destê wan bû. Rêveberiya Putîn ji bo ku zext li Turkmenîstanê kir ku bi şîrketên Ewropayê re lihev neke. Çîn ket dewrê.
Projeyê trafîka dîplomasiya paytextan sor kir, û li ser vê wezîrê karê derve yê Almnayayê Joschka Fîscher ji bo şêwirmendiya Nabucco hat hilbijratin. Fîscher ne tesaduf bû. Ji ber ku ew kesekî bi tecrube bû. Piştî sozên ji welatan hatin girtin, ketin nava tevgerê û di mehên destpêkê yên 2011’an de boriyên yekemîn li Macarîstanê hatin raxistin. Lê hesabên malê û yên çarşiyê lihev nehatin.
KORÎDORÊN NÛ YÊN ENERJIYÊ
Rojek beriya niha mîmarê Nabucco, şefê şîrketa enerjiya Avusturyayê Gerhard Roîss derket pêşberê çapemeniyê û got ew ji projeyê vekişiyane. Hincet jî konsorsiyuma ku qada Şahdenîz 2 ya Azerbaycanê, Xeta boriya Trans-Adrîyatîk (TAP) tercih kiribû. Bi vî awayî jî Nabucco 11 sal şûnde di santraca enerjiyê de bi darbeyeke mezin re rû bir û ye.
XETA KURDISTAN Û ÎRANÊ!
Di santrca enerjiyê de niha Azarbaycan bi ser ketiye. Bi Rûsyayê re ne lihevkirin, Turkmenîstanê paşê xwe daye Çînê, li Îranê ambargo têkirin, Başûrê Kurdistanê ketiye astengiya Bexdayê û ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê, gaza Azerbayacanê bo Ewropayê nîmetekî gelek baş e.
Gaza Azerî ji 3’an yekê kapasîteya Nabucco ava dike. Bi rawestandina Nabucco re rezervên gazê yên herêma Federal a Kurdistanê dibe ku bi projeyên din bên rojevê. Di sala 2011’an de di navbera rêveberiyên Şam-Bexda-Tahranê de proje hat îmzekirin. Bi xeta dirêjahiya wê 5 hezar û 600 kîlometrebû re rojane 110 hezar metrekup gaz, dê ji ser Iraq, Sûriye û Lubnanê biçûya Ewropayê.