Mustefa: Me daxwaza deriyê sînor ji Tirkiyeyê re ragihand
Mustefa: Me daxwaza deriyê sînor ji Tirkiyeyê re ragihand
Mustefa: Me daxwaza deriyê sînor ji Tirkiyeyê re ragihand
Heyeta Efrînê ji bo danûstandinan hat Tirkiyeyê û got ku ew bi gelê Tirkiyeyê re bira ne û daxwaza wan ew e ku deriyê mirovahiyê li Efrîne bê vekirin.
Seroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa, Wezîrê Karên Derve Suleyman Cafer, Alîkarê Wezîrê Karên Derve Cîhan Mihamed der heqê hevdîtinên xwe yên li Tirkiyeyê li salona Cezayîrê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên DBP, HDP û gelek kes jî beşdarî civîne bûn.
'KANTONA EFRÎNÊ CARA YEKEM E TÊ TIRKIYEYÊ'
Wezîre Karên Derve Suleyman Cafer qala sedema hatine Tirkiyeyê û daxwazên wan ji Tirkiyeyê çi ne kir. Cafer ev tişt anî ziman: "Ev dehan sal zêdetir e li Sûriye em bindest in. Mafên me, dibistana me nînbûn. Dema şoreş destpê kir di sala 2011'an de li herêma Rojava valahiyek hat jiyîn. Ji bo vê me li Sûriyeyê herêma xwe parast û em hatin ev roja ku 2014'an de me xweseriya xwe îlan kir."
Cafer da zanîn ku ev cara yekemîne ji Efrînê derdikevin û wiha berdewam kir: "Ji bo Tirkiye cîranê me yê û biraye me ye em hatin Tirkiye. Li hemberî kantona me êrîşek tê meşandin, em dixwazin vê yekê zelal bikin û dengê xwe bigihînin Tirkiyeyê. Em ji wan re bêjin em bira ne û têkiliyan bi wan re deynîn." Cafer derbirî ku daxwaza wan a duyemîn ew e ku ji bo derdora Efrînê hatiye dorpêçkirin deriyekê mirovahiyê ji wan re bê vekirin. Cafer dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Rewşa Efrînê ya niha baş e. Hemû sazî karê xwe dikin. Me li Efrînê wek asayîş û hêzên parastina gel ava kirine. Ji bo vê jî daxwaza me ew e ku bi dengekî aştiyane rewşa Efrînê bigihînin cihanê."
'DIXWAZIN KURDAN TUNE BIKIN'
Piştî Cafer Alîkara Wezîrê Karên Derve Cîhan Mihamed der bare Kantona Efrînê de agahî da û wiha axivî: "Li ser gelê Efrînê siyaseteke qirej hatiye meşandin. Kurd li hemû derê têdikoşin. Li Sûriyeyê li ku derê cîhane bê gele Kurd ji bo mafên xwe têdikoşin. Lê belê sîstema Baasê wek me got sîyaseteke qirej dimeşînin û dixwazin Kurdan tune bikin. Yanî dixwaze yek al, ol, yek gel hebe." Mihemed ev tişt li ser gotinên xwe zêde kirin: "Eger Kurd siyasî biaxivin wan digirin û davêjin zîndanê. Di zîndanan de jî îşkence li wan dikin. Di van îşkenceya de jî gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Ji van kesan yek jê mamoste Osman Suleyman e." Mihamed derbirî ku gelê Kurd di wextê şoreşê de firsend dît û mafê xwe ye demokratîk yê birdozî kir û wiha domand: "Bi teybetî gelê Kurd ji hev hez dikin û bi vî rengî meşiyan. Çi Êzidî, Erep ferq nake bi hev re weke xwişk û bira dijîn. Ji ber vê ji saziyên ku hatin avakirin de wek saziye aborî, civakî, askerî ku Êzidî, Ereb û kesên din bi hev re têde cih digirin." Mihemed got ku jinan li hemû derê cihe xwe girtiye û di nav şoreşê de cih digirin.
'DAIŞ ERÎŞÎ MIROVAHIYE DIKE'
Seroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa jî da qala şer û bandora şer kir. Mistefa diyar kir ku ew naxwazin Sûriye parçe bibe û wiha anî ziman: "Armanca me yê xweseriya demokratîk ew e ku em di nava aştî û biratiyê bi hev re bijîn. Em di vê sîstemê de dixwazin ku mafên hemû civakan hebe. Têkiliya me bi cîranên me re xweş bin. Em parçebûna Sûriyeyê naxwazin."
Mistefa da zanîn ku eger erîşek li Efrînê çêbibe ew ji bo parastina Efrînê amade ne û wiha berdewam kir: "Em naxwazin bi kesekî re şer bikin. Lê belê wextê erîşî me bikin em ê jî xwe biparezin. Em vê yekê re amade ne. Li Efrîne hemû gel bi nasnemaya xwe wekî bira bi hev re dijîn. Ji bo parastina Rojava gelek kes şehîd ketin. Nav van şehîdan de Êzîdî, Ereb û hwd hene. Ev jî nîşan dide ku em jiyaneke çawa dixwazin."
Mistefa got ku pewîstiya wan bi vekirina deriyê sînor heye û wiha axivî: "Sîstema me ji hêla aborî siyasî ve baş diçe. Lê pewîstiya me bi deriyekî li Tirkiye heye. Ji bo derî tune em tengasiyê dikişinin. Em bi hevî ne ku modela me ya xweseriya demokratîk bibe çareseriya pirsgirekên Sûriye û tevahiye Rojhilata Navîn." Mistefa bang li hemû kesan kir û wiha axivî: "Ne tene gele Rojava bila her kes vê pêngava birdozî parve bike û alîkariyê bide vê pêngavê. Erîşên DAIŞ'ê ne tenê li ser Rojava li ser mirovahiyê ye."
Heyeta Efrînê piştre pirsên rojnamegeran bersivandin.