Muslîm, li dijî Sykes-Pîcotê pêşniyara modela Rojava kir
Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm li konferansa Parîsê axivî, li dijî hevpeymana Sykes-Pîcotê, modela Rojava pêşniyar kir. Muslîm, hişyarî da ku Sykes-Pîcoteke nû di rojevê de ye.
Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm li konferansa Parîsê axivî, li dijî hevpeymana Sykes-Pîcotê, modela Rojava pêşniyar kir. Muslîm, hişyarî da ku Sykes-Pîcoteke nû di rojevê de ye.
Di konferansê de ku ji hêla Konseya Demokratîk a Kurd a Fransa hat organîzekirin û malovaniya wê senatorê komunîst Michelle Bilout dike, Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm axivî. Konferansa li Senatoyê bi serenavê, ““Piştî 100 salan dûv Sykes-Pîcotê li Rojhilata Navîn projeya Kurd” pêk hat.
MUSLÎM: EM SOZ DIDIN DOSTÊN XWE
Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm bi silavkirina dostên Kurdan dest bi axaftina xwe kir û di axaftina xwe ya Kurdî de got; “Bendewariyên dostên me ji me hene. Em jî soz didin ku em ê li nirxên mirovahiyê ji bo xwe, dostên xwe û tevahî mirovahiyê xwedî derkevin.
Muslîm diyar kir ku yên Sykes-Picot pêk anîne, fêm nekirine ku Rojhilata Navîn ji gel, ol û çandên cuda ye, destnîşan kir ku sîstemên hatî avakirin jî netew dewlet e.
Muslîm wiha dewam kir; “Modela netew dewlet ne li gor heqîqeta Rojhilata Navîn e. Ev dewletên ku hatin sazkirin vê carê li dijî hev şer kirin. 100 sal in, hewl didin hevûdu têk bibin, ji bo axê şer dikin. Têr nake ku tevahî sûc li Sykes-Picot bê kirin. Netew dewlet bi xwe ne ew sîstem e ku mafan biparêze.”
KURD QETIL KIRIN, LÊ NIKARÎBÛN BIQEDÎNIN
Muslîm bi bîr xist ku yê bû sedema qetilkirina Ermeniyan, Asûrî, Suryaniyan jî feraseta netew dewlet bû. Muslîm bal kişand li ser netewe û çandên cuda yên ku li Tirkiyeyê hatine tinekirin û wiha dewam kir; “Yê ev qetil kirine netew dewlet in. Bi sedan sal in dixwazin Kurdan tine bikin. Lê Kurd zêde ne, nikarîbûn biqedînin.”
DIXWAZIN KURDAN BIKIN QURBANÊ SYKES-PÎCOTA DUYEMÎN
Muslîm got, “Lê ev rewşa her tişt îspat kir. Gelekî ku xwedî îrade, li ber xwe bide ti kes nikare wê tine bike. Derket holê netew dewlet jî ne çareseriyek e.” Muslîm bi lêv kir ku spartinên dewletên yekperest ne çareserî ne û wiha axivî; “Ji bo malek nû bê avakirin, divê ya kevn bê xirakirin.”
Muslîm destnîşan kir ku Kurd kirin qurbanê hevpeyama Sykes-Pîcotê û bal kişand ku îro hewl tê dayîn ku Kurdan vê carê jî bikin qurbanê Sykes-Pîcoteke nû ku hê bi temamî eşkere nebûye.
Muslîm bi vê tespîtê bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û der bir ku êdî li Rojhilata Navîn pêwîstî bi sîstemek nû heye. Muslîm got, “Divê di bingehê sîstema nû de neteweyên demokratîk hebin.”
MODELA ROJAVA WÊ SYKES-PÎCOTEK DUYEM ASTENG BIKE
Muslîm ragihand ku di sîstema wan de ti kes kesên din qetil nake, yek ê din asîmîle nake û wiha pê de çû; “Li Rojava, Kurd, Ereb, Suryan ji ber vê li dor hevpeymanekê li hev civiyan. Me li ser vî esasî gelê xwe bi rêxistin kir. Me baweriya xwe bi pêşengiya jinan anî û me xwest wekhevî hebe.”
Muslîm destnîşan kir ku wê modela li Rojava Sykes-Pîcota yekem bişkîne û pêşî li ya duyem jî bigre.
EM SOZA DOMANDINA TÊKOŞÎNÊ DIDIN
Muslîm wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêşiyên me digotin ji bilî çiyayayn ti dostên din ên Kurdan nîne. Dema ji bo parastina nirxên mirovahiyê em derketin holê, me dît ku mirovahî bi me re ye. Dema şerê Kobanê, bi mîlyonan însan herikîn kolanan û destek dan Kurdan. Alîgirên demokrasî û azadiyê li aliyê Kurdan cih girtin. Wisa bû ku, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê îlan kirin. Têkoşîna me ji bo parastina nirxên mirovahiyê ye. Em ji bo parastina van nirxan û domandina têkoşîna xwe soz didin.”