Muslim: Ewropa û DYA kurdan bitenê dihêlin

Muslim: Ewropa û DYA kurdan bitenê dihêlin

Nûnertiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya li DYA’yê li Washingtonê konferansê bi ser navê “Di Rojhilata Navîn ya Nû de Rolê Kurdan” pêkanî. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ji ber ku direng ji Ewropayê derket û karûberê vîzeyê temam nebû bi videoyê tevlî konferansê bû. Muslim rexne li Ewropa û DYA’ kirin ku Kurdan bitenê dihêlin.
Muslim di konferansa ku Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş, gelek siyasetmedarên Kurd, akademîsyen û kesên di çapemeniya cîhanê de têne naskirin tevlîbûn de bi rêya Skype beşdarbû û di konferansê de peyamên zelal dan Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê (DYA).
'ARMANCA ME AVAKIRINA MODELEK DEMOKRATÎKE'
Muslim da zanîn ku,Kurd di şerê li Sûriyeyê bitenê hiştine û dixwazin di xaka wan de hepis bikin û ji bo rakirina ambargoya li ser wan bang li DYA’yê kir. Muslim got: “Em hedef dikin ku li Rojava modelekî demokratîk ava bikîn. Hemû hewildanên me ji bo vê ne. Eger ji DYA û welatên din bixwazin bi me re delegasyonekê çêbikin, em ji bo hevdîtinan amade ne.”
'PÊWÎSTE DYA BI PYD'Ê RE BIKEVE NAVA TÊKILIYAN'
Di rûniştina duwem ya ku rojnamevan Mûtlû Çîvîroglû birêve dibir rojnamevan Emberîn Zaman jî got, ew ecêb maye heya niha çawa DYA’yê vîze nedaye Salih Muslim. Zaman balkişande ser girîngiya Kurdan li Sûriye û Rojhilata Navîn û da diyarkirin ku, pêwîste rêveberiya DYA’yê vê cidî bigire û bi PYD’ê re bikeve têkiliyan.
Ji BDP’ê Nûnerê berê yê DYA’yê û Parlementerê Wanê Nazmî Gur, Nûnerê BDP’ê yê Washingtonê Mehmet Yuksel, rojnamevan-nivîskar Cengîz Çandar, ji Nûnertiya DYA yê Hikumeta Kurdistanê Karwan Zêbarî, akademîsyen Kejal Rehmanî, Kirmanj Gundî, Chrîstîan Sinclair, Prof. Michael Gunter, Davîd Phîllîps, endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê PYD’ê Alan Şêxmûs, Nûnerê KNK’ê yê DYA Saîf Bedirxan tevlî kongreyê bûn.
Konferansa li Washingtonê têkildarî pirsgirêka Kurd hate li darxistin, kesayetên girîng weke guhdarvan beşdar bûn û di beşa piştî nîvro de jî çav lê ye ji Kongreya DYA’yê hinek kesên berê û nû weke axaftvan beşdar bibin.