Muslim: Bi serkeftina Til Koçer alternatîfek nû çêbû

Muslim: Bi serkeftina Til Koçer alternatîfek nû çêbû

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim da diyarkirin ku, ji aliyê YPG’ê ve bidestxstina deriyê sinor yê navbera Mûsil û Tir Koçerê de li dijî ambargoyê alternatîfek nû çêkir û ew dê di milê siyasî de jî guhertinan bi xwe re bîne.

Hevserokê PYD’ê Salim Muslim tevlî bultena nûçeyên îşev yên Stêrk TV bû û hinek mijarên di rojevê de nirxand. Muslim balkişande ser serkeftina YPG’ê ya Til Koçerê ku bi bajarê Mûsilê re sinore ji destê komên El Qaîde derxist, ev serkeftin pîroz kir û got: “Ev serkeftina hemû Kurdistanê ye.”

Muslim da zanîn ku, serkeftina li Til Koçerê dê hem di aliyê siyas û hem jî aliyê aborî yê Rojavayê Kurdistanê guhertinan bi xwe re bîne. Muslim bilêv kir ku, li dijî ambargoya li ser hemû Rojavayê Kurdistanê alternatîfek nû çêbû.

Muslim balkişande ser hevdîtinên beriya vê li Bexdayê pêkanî bûn û diyarkir ku, li dijî Kurdan dijminahiyek tuneye û aşkera kir ku, Deriyê Sinor yê Til Koçer ji bo bazirganî û li dijî ambargoyê “alternatîfeke.”

Muslim, îro darvekirina girtiyên siyasî ên Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr û Riza Îsmaîl Mamedî ji aliyê rejima Îranê ve bizimanek tund şermezar kir û her wiha di derbarê Konferansa Cenewre 2 di pêşengiya DYA û Rûsyayê de li ser Sûriyeyê pêktê nirxandin kirin. Muslim anî ziman ku, wan bi derdorek berfireh re faliyetên diplomatic dane meşandin û ji muxataban re peyama “Eger hûn bixwazin demokrasiyê bînin Sûriyeyê, heta pirsgirêka Kurd çareser nebe ev nemumkune” dane. Muslim destnîşankir ku, di vê konferansê de Kurd dixwazin bi vîna xwe beşdar bibin û ev vîn jî Desteya Bilind ya Kurd e. Muslim da diyarkirin ku, di rewşa niha de li Sûriyeyê gelê herî birêxistinkirî, gelê Kurd e û hêza leşkerî ya herî birêxistinkirî û  bidîsîplîn YPG’ye.

EM DÊ WEKE DÎWARÊ BERLÎNÊ PERÇE BIKÎN Û BIKÎN BÎRANÎN

Muslim ji dîwarê ku dixwazin ji Tirkiyeyê, navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê de ava bikin weke “dervey mirovahiyê” nirxand û got, li hemû cîhanê dîwarên şermê têne hilweşandin, Tirkiye hewil dide ava bike. Muslim anî ziman ku, rojekê Kurd dê vî dîwarî weke dîwarê Berlînê birûxînin û dê perçeyên wî jî weke bîranîn pêşkêş bikin.