Muslim bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê re rûnişt
Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîhaîl Bogdanov re li ser pirsgirêkên Suriyeyê û rêyên çareseriya hevdîtin pêk anî.

Hevdîtin duh êvarê li avahiya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê pêk hat. Di hevdîtina ku nêzî 2 saetan dom kir de, li ser pirsgirêkên Suriyeyê, çareserkirina wan, konferansa ku tê plankirin di demên pêş de bê lidarxistin hate rawestîn. Her wiha polîtîkayên Tirkiyeyê yên li herêma Ezazê jî hatin gotubêjkirin.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ê der barê hevdîtinê de ji ANHA'yê re axivî destnîşan kir ku wan li ser pirsgirêkên Suriyeyê û çareserkirina wan bi awayekî berfireh nîqaş kiriye. Salih Muslim anî ziman ku wan di hevdîtinê de projeyên xwe yên çareseriyê careke din vegotine û bi erênî hatine pêşwazîkirin.
Muslim destnîşan kir ku di hevdîtinê de li ser plana Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Suriyeyê Stephan Demistora ku tê plankirin di demên pêş de konferansek bê lidarxistin jî hatiye rawestîn û got: "Gotin ku ew dixwazin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava jî tevlî vê konferansê bibe. Me jî diyar kir ku ev wê baş bibe û em dikarin wekî Rêveberiya Xweser tevlî konferansê bibin."
Muslim da zanîn ku wan der barê polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî Rojava û bi taybetî jî hewldanên wê yên dawî li ser herêma Ezaz û Cerablûs jî nêrîn û nerazîbûnên xwe parve kirine û Bogdanov jî piştgirî daye van nêrînan. Muslim anî ziman ku Bogdanov gotiye ku tiştekî wekî herêma ewlekariyê nabe.