Mûngan: Tirkiye dîroka derengmayînê ye
Mûngan: Tirkiye dîroka derengmayînê ye
Mûngan: Tirkiye dîroka derengmayînê ye
Nivîskar Mûrathan Mûngan di axaftina xwe ya li Konferansa Aştî û Demokrasiyê de got, "Ji bo min ya girîng derengnemayîn e, dîroka Komara Tirkiyê timî bûye dîroka derengmayînê. Dîroka windahiya mirovan, windahiya demê ye." Mûngan serdana Erdogan a li Amedê rexne kir û got, "We Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises anîn Amedê, dan axaftin. Eger wê rojê we karîbûna Abdullah Ocalan li Amedê bida axaftin, hingî we karîbûn behsa demokrasiyê bikira."
"Konferansa Aştî û Demokrasiyê" ya ji aliyê Koordînasyona Konferansa Aştî û Demokrasiyê ve tê organîzekirin, destpê kir. Di konferansa ku dewama konferansa meha Gulanê ya li Enqereyê ye, "demokrasiya herêmî, rêveberiya li cih û di cih de, beşdarî û demokrasî" tên nirxandin.
Konferans li salona Ayhan Şahenk a Kampusa Uçaksavar a Zanîngeha Bogazîçiyê pêk tê û li gel Hevseroka HDP'ê Sebahat Tûncel, Parlamenterê HDP'ê Levent Tuzel, endamên Desteya Şêwirmendiyê yên HDP'ê, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Serokê Giştî yê SDP'ê Ridvan Tûran, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, endamên Desteya Rêveber a HDK'ê Gençay Gursoy, Ender Îrmek, Garo Paylan, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, akademîsyen û gelek kes amade ne.
Li dû diyarkirina dîwana konferansê ya ji endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Gencay Gursoy, endamê Meclîsa Giştî ya HDP'ê Mehmet Tarhan û endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Melîs Tantan, axaftina vekirinê ji aliyê Nivîskar Helbestvan Mûrathan Mûngan ve hat kirin.
Mûngan rûdanên pêvajoya 'çareserî û aştiyê' û mijara rêveberiya herêmî nirxand û got, "Ji bo min a girîng, derengnemayîn e. Dîroka Komara Tirkiyê dîroka derengmayînê ye. Dîroka windahiya mirovan, dîroka windahiya demê ye." Mûngan bibîr xist ku di sala 1976'an de di helbesteke xwe ya li Kovara Bîrîkîm de wî gotina "Kurdistan" bikar aniye û got, "Lê belê Serokwezîrê vî welatî hînê nû vê gotinê bikar tîne. Eger di wê demê de Serokwezîrekî ev gotin bikar bianiya, windahiya ewçend mirovan dê nebûya." Mûrathan Mûngan lihevkomkirina Şivan Perwer, Barzanî û Îbrahîm Tatlises bi organîzasyona Serokwezîr Erdogan a li Amedê bibîr xist û got, "We Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises anîn Amedê, dan axaftin. Eger wê rojê we karîbûna Abdullah Ocalan li Amedê bida axaftin, hingî we karîbûn behsa demokrasiyê bikira."
MÛNGAN: ROJAVA PIRSGIRÊKA ME YE
Mûngan da xuyakirin ku pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêkeke navxweyî, di heman demê de pirsgirêkeke derve ye ku çareseriya bi Rojava re hewce dike û got, "Ji ber ku Rojava pirsgirêka me ye. Mijar ne tenê Kurd e, Elewî, Rûm û Ermeniyên bêxwedî jî parçeyek ji vê pirsgirêkê ne. Dijminahiyeke mezin a Cihûyan ji aliyê rêveberên vî welatî ve li nava civakê hatiye empozekirin. Ji bo axaftina vê, gelo divê kampeke komkirinê were avakirin?"
Mûngan têkoşîna jinê jî nirxand û got, "Jinên ku di dema dawî de di hemû têkoşînên polîtîk de cih digirin, ji jinên ku li Kurdistanê li dijî zewaca zarokan heta jinên entellektuel ên di siyaseta Kurd de cih digirin, hemûyan silav dikim."
TÛNCEL: DIVÊ EM ALTERNATÎFEKE NÛ PÊŞKÊŞ BIKIN
Hevseroka HDP'ê Sebahat Tûncel jî bibîr xist ku konferans lingek ji konferansên bi banga Ocalan hatine kirin e û diyar kir ku Konferansa Kurd a li Hewlêrê dihat plankirin, hînê pêk nehatiye.
Tûncel ragihand ku li Tirkiyê pêvajoya guherînê hêsan nîne û got, "Dema em vê dibêjin, desthilatdarî jî ji me re dibêje 'gelo beriya 10 salan we dikarî vê bînin ziman'. Belê em nikarîbû biaxiviyan. Lê ev ne serketina AKP'ê ye, serketina gelê Kurd ê li ber xwe da û berdêl da ye. Dîrokê nîşanî me da ku serdest dê ti carî ji serdestiya xwe venegerin. Serdestiya wan, emê hilweşînin."
Tûncel di neçareseriya pirsgirêka Kurd de netewe dewlet destnîşan kir û got, "Ji ber ku netewe dewlet, neteweperestiyê sor dike û têkoşînê di vir de dixetimîne." Tûncel diyar kir ku AKP bûye dewlet, bûye xwediyê netewe dewletê, lewma jî hemû azadî talan kiriye.
Tûncel diyar kir ku êdî Tirkiye dê mîna berê nemîne û got, "Sedema vê jî; ya yekemîn pêvajoya di çareseriya pirsgirêka Kurd de ye. Pêvajoya Ocalan di Newroza Amedê de da destpêkirin, dê bandorê li siyaseta cîhanê bike. Ya duyemîn jî pêvajoya bi berxwedana Gezî re destpê kir. Pêvajoyeke ku êdî mirov ya berê qebûl nakin. Pêvajoyeke nû, siyaseteke nû. Vê yekê dê hêzeke hêza xwe komî ser hev kiriye, bike. Hêzeke bi vî rengî ya HDP'ê heye. Ji bo pêkanîna xeyalên xwe divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Bi rêbaza berê ya siyaset û axaftinê nabe. Eger em bibin bersiv emê biser bikevin, naxwe emê winda bikin. Em neçarin alternatîfeke nû pêşkêşî gelên xwe bikin."
Konferans dê bi axaftina Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak a li ser mijara feraseta rêveberiya herêmî ya xweser, şaredarvaniya demokratîk û azad dewam bike.