Mungan: Ji bo aştiyek mayînde ev pêvajo firsendek dîrokiye

Mungan: Ji bo aştiyek mayînde ev pêvajo firsendek dîrokiye

Endamê Koma Bangê Murathan Mungan, têkildarî "Konferansa Aştî û Demokrasiyê" ya di 25-26'e Gulanê de pêk bê li Restorana Cezayirê tevşlî civînê bû û diyar kir ku, ev pêvajo ji bo aştiyek mayînde pêngavek dîrokî û gelek girînge. Mungan anî ziman ku, ger dê aştiyek bi rastî pêk bê ev firsenda herî dîrokî ye.

Endamen Koma Bangê Yaşar Kemal, Tarik Ziya Ekîncî. Vedat Turkali, Orhan Pamuk, Murathan Mungan, Rakel Dink û gelek kesên din, têkildarî "Konferansa Aştî û Demokrasiyê" ya di 25-26'e Gulanê de pêk bê li Restorana Cezayirê civîna çapemeniye pêk anîn. Di civînê de endamên Rêveberiya HDK'ê Bircan Yorulmaz, Prof. Dr. Gençay Gursoy nivîskar Yazar Murathan Mungan amade bûn. Di civînê de destpêkê Yorulmaz axivî û diyar kir ku, Tirkiye di pêvajoyek dîrokî re derbaz dibe. Yorulmaz da zanîn ku, ji bo avakirina jiyana demokratîk peywir dikeve ser her kesî û wiha got: "Li Tirkiye yê pirsgirêka dîrokî tunebûna demokrasiyê ye. Ji ber tunebûna demokrasiyê pirsgireka Kurd dijîn. Îro hem demkorasî û hem çareseriya pirgirêka Kurd bi lezgîn li benda me ye. "

'KESÊN DEMOKRASIYÊ DIPARÊZIN DÊ TEVLÎ VÊ KONFERANSÊ BIBIN'

Piştre derbarê konferansê de Endamê Lijneya HDK'ê Prof. Dr. Gençay Gursoy jî diyar kir ku, niha pirsa mezin a "Aştiyek çawa? Aştiya civakê û Dewletê dê çawa pêk bê?" li pêş wan rawestiye û wiha got:" Ji bo em bersivek xurt bidin vê pirsê divê em niqaşên xurd bidin meşandin."

Gursoy bal kişan ser vekişîna gêrîlayên HPG'ê û wiha berdewam kir: "Di demên pêş de ji bo çareserî pêş bikeve divê zagon û makaqanûn bên guhertin. Divê hemû kesên alîgirên demokrasî û çareseriyê bin tevlî vê konferansê bibin. Dê civîna me ya destpêkê li Enqereyê pêk bê. Em dê di demên pêş de li bajarên cûda civînên xwe berdewam bikin. Em li bendê ne ku nêzî 300 kes tevlî civîna konferansê bibin.

'JI BO AŞTIYEK RASTÎN EV PÊVAJO FIRSENDA HERÎ MEZINE'

Di civînê de Endamê Koma Bangê Murathan Mungan jî axivî û wiha got: Ev pêvajo ji bo aştiyek mayînde pêngavek dîrokî û gelek girînge. Ger dê aştiyek bi rastî pêk bê ev firsenda herî dîrokî ye. Ji bo aştiyek rast ev pêvajo pir girînge. Firsendek herî mezine. Ne giringe ji ku û kê hatiye. Divê êdî şer bi dawî bibin. Li Reyhanliyê hewaya lîncê heye. Welatiyên Sûrî nikarin ji malên xwe derkevin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan û mutabakat pêk bên divê zimanê hevbeş bê girtin. Ji bo zimanê hevpar jî divê girîngiya pêvajoyê baş bê famkirin."

Mungan xwest êdî li hev kom bibin û pirsgirêkan bi hevr e parve bikin û nîqaş bikin. Mijar pirsgirêka Kurde. Divê êdî çareserî bê axaftin, ne windahiya şerê 30 salan û wiha got: "Her roj jin tên qetilkirin. Divê bi mutabakata civakî ev pêş bikeve. " Mungan bal kişand ser pêvajoya agirbesta PKK'ê û xwest kes rê li pêş saboteyan veneke. Civîn bi axaftinan bi dawî bû.