Mufetîşê dosya Berkîn Elvan 'bisabiqa' ye
Mufetîşê dosya Berkîn Elvan 'bisabiqa' ye
Mufetîşê dosya Berkîn Elvan 'bisabiqa' ye
Alîkarê berê yê Midûrê Emniyeta Beyoglûyê Gokhan Ozsavaş ku yek ji du sermufetîşên ji bo lêpirsîna îdarî ya dosya Berkan Elvan ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hat wezîfedarkirin, navekî ku ji aliyê raya giştî ve ji nêz ve tê naskirin e. Ozsavaş, di dema protestoya sala 2010'an a li hemberî civîna Erdogan a bi rektoran li Dolmabahçeyê de, weke polîsê ku bi pîhanan bû sedema ji ber çûyîna zaroka keça ciwan a bi navê E.O. hatibû rojevê. Li dû vê bûyerê Ozsavaş li şûna bê cezakirina payeya wî hat bilindkirin. Di lêpirsîna îdarî ya dosya Berkîn Elvan de ji bo polîs mafdar nîşan bide, bi manîpulekirina îfadeyan hat sûcdarkirin.
Bersiva ji pirsa 'Di dosya Berkîn Elvan de çima ev 500 roj in edalet bicih nehatiye anîn?' dibe ku bi kesên ku vê lêpirsînê dimeşînin ve girêdayî be.
Berkîn Elvan ê di dema xwepêşandanên Parka Gezî de ji ber kampsula gazê li serî ket û ket komayê, piştî 269 rojên di komayê de, jiyana xwe ji dest dabû.