MUB'ê, hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ya bi dagirkirina bajarokê Al Qaryataîn ê Sûriyeyê re ji her temenî 250 Suryanî dîl girtin şermezar kir û got, "Em bang li gelê xwe yê li Sûriye û Iraqê dikin ku li dijî rêxistina hov DAIŞ'ê rahêje çekan û li ber xwe bide. Her wiha bang li gelê xwe yê li çar aliyên cîhanê dikin ku bi çalakiyan dengê xwe bide bihîstin."
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di 6'ê Tebaxa 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê bajarokê Al Qaryataîn ê Sûriyeyê dagir kirine û 250 Suryanî dîl girtiye.
MUB'ê ev hovîtiya DAIŞ'ê şermezar kir û ragihand ku bi vê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê re careke din aşkera bûye ewlekariya can û malê Suryaniyan li her devera Sûriyeyê bi xeteriyê re rû bi rû ye.
MUB'ê da zanîn ku DAIŞ tola derbên li Xabûr û Hesekê yên li Kantona Gozarto xwarî, ji sivîlan û Suryaniyên bêparastin hiltîne û bi vî rengî sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê zêde dike. MUB'ê got, "Di salvegera yekemîn a dagirkeriya Deşta Nînovayê (06.08.2014) de qirkirina ku DAIŞ'ê li hemberî gelê Suryanî daye destpêkirin hînê dewam dike. Tê zanîn ku Vadî Nasara û herêmên din ên Suryanî lê dijîn, di hedefa rêxistina hov DAIŞ'ê de ne. Ji ber vê yekê gelê Suryanî li her cihê lê ye divê ji bo parastina xak û nirxên xwe xwe birêxistin bike û li ber xwe bide. Di serî de DYA û Ewropa em bang li hêzên koalîsyonê dikin ku ji bo sekinandina planên barbarên DAIŞ'ê yên tinekirina Xiristiyanên li Rojhilata Navîn, bikevin nava tevgerê. Her wiha Serokkomaê TC Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên heta roja îro bi awayên cuda destek dan DAIŞ'ê, bi lîstikeke sextekarî hewl didin xwe weke parçeyek ji koalîsyona navneteweyî nîşan bidin."
MUB'ê da zanîn kui Tirkiyeyê li dijî gelên Rojava, têkoşîna azadiyê ya Kurd ên derb li çeteyên DAIŞ'ê xistine û li hemberî gelên bindest, pêşverû û derdorên demokratîk şerekî topyekûn daye destpêkirin. MUB'ê ragihand ku ev êrîşên Erdogan û hikûmeta AKP'ê bi tenê bi kêrî DAIŞ'ê tên, DAIŞ'ê xurt dikin û got, "Rastiyek li pêş çavan e ku ji êrîş û komkujiyên barbarên DAIŞ'ê li Sûriye û Iraqê li hemberî Suryanî, Xiristiyan, Êzidî, Şîa, Kurd û civakên din dike Tirkiye kêfxweş e. Ji ber vê yekê ti bendewariya gelê me ji rejîmên nîjadperest ên Tirkiye û Sûriyeyê nemaye. Lewma em daxwaza alîkariyê ji hêzên navneteweyî dikin. Asta karesatê roj bi roj mezin dibe, gelê me her roj li êrîşan rast tê û ji cih û warên xwe tê derxistin. Ji bo rizgarkirina 250 Suryaniyên di dema dagirkirina bajarokê Al Qaryataîn de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê hatin revandin, em bang li hêzên navneteweyî dikin ku tavilê dest li rewşê werbidin û ji bo li herêmên din xeteriyên bi heman rengî rû nedin, tedbîran bigirin.
Em bang li gelê xwe yê li Sûriye û Iraqê dikin ku li dijî rêxistina hov DAIŞ'ê rahêje çekan û li ber xwe bide. Her wiha bang li gelê xwe yê li çar aliyên cîhanê dikin ku bi çalakiyan dengê xwe bide bihîstin. Ji ber ku weke Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn em şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wan, weke şerê mirovahî, azadî û hebûna gelê me, dibînin."