MPKE: Êrîşên AKP’ê nayên qebûlkirin
Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), da xuyakirin ku wê sepanînên li dijî gelê Kurd û mûxalefetê neyên qebûlkirin.
Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), da xuyakirin ku wê sepanînên li dijî gelê Kurd û mûxalefetê neyên qebûlkirin.
Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), bi serenavê “Piştî hewldana darbeyê rewşa li Tirkiyeyê” rûniştinek li dar xist.
Li ser navê Koma Lîberal Demokrat a MPKE Dorîs Fîala yê Swîsreyî axivî, got; “Tirkiye tevî nirxan dide kêlekê. Berê xwe daye rejîmek dîktatoryal. Pêwîst e em nebin êsîrê Tirkiyeyê ya ku bera pey populîzmek olî û nîjadperestî daye.”
Li ser navê Koma Çep Wekîlê HDP’î Hişyar Ozsoy jî wiha ragihand: “Mesele ne parastina li dijî darbeyê ye, mijara cîdî ew e ku ka Tirkiye vê çawa dike. Desthilatdarî yên ne ji xwe, nûner û saziyên Kurdan bêdeng dixwaze bêdeng bike, bavêje hepsê, qedexe bike. 130 hezar welatî ji memûrtiyê hatine dûrxistin ku ji van 11 hezar mamoste ne. Televîzyonên Kurd ên kartonfilman jî hatine girtin. Nêzî 100 rojnamevan, qasî wê şaredar û hilbijêrtiyên xwecih, akademîsyen, 180 xebatkarên HDP’ê û mîna van niha girtî ne. Bi kurtahî; hikûmet ji bo armancên xwe bi rêbazê terorê diçe ser gel û hewl dide wisa bi rê ve bibe û divê ev jî li Konseya Ewropayê bê dîtin.”
‘AKP SEPANÎNÊN ZEXTÊ YÊN BÊHEMPA BI KAR TÎNE’
Li ser navê Koma Sosyalîst jî Rodrîgez Ramos diyar kir ku di rewşa awarte de li dijî gelê Kurd û demokratan rêbazên zextê yên bêhempa têne bikaranîn û pêwîst e Konseya Ewropayê li dijî vê xwedî helwest be.
Ji Koma Xrîstiyan Demokrat jî Farmanyan Samvel got AKP’e bi rêbazên nehatine dîtin û bihîstin hewl dide mûxalîfên li Tirkiyeyê biperçiqîne.
Endama Koma Sosyalîst a MPKE Gulsun Bîlgehan a CHP’î jî destnîşan kir ku partiya wan têkîldarî xebatên Cemaata Gulen pêşnûme daye Meclîsê, lê AKP’ê ev qebûl nekiriye. Bîlgehan bi bîr xist ku Tirkiye bi Rewşa Awarte û Biryarnameyên Di Hikumê Qanûnê de tê birêveberirin û divê ev der hal bê bidawîkirin.
‘DIVÊ KONSEYA EWROPAYÊ LI NIRXÊN XWE XWEDÎ DERKEVE’
Parlamenterê Sosyalîst ê ji Luksembûrgê Yves Crûchten jî diyar kir ku sepanînên AKP’ê ji hêla nirxên Konseya Ewropayê nayê qebûlkirin û bang li Konseya Ewropayê kir ku xwedî li nirxên xwe derkeve.
Endamê Koma Çep a MPKE Ertûgrûl Kurkçu jî got Cemaata Gulenê ku ji hêla desthilatdariyê wek çavkaniya tevahî xirabiyan tê pênasekirin, ji hêla desthilatdariya AKP’ê ve li tevahî saziyan hatiye bicihkirin.
Kurkçu, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê li ser demokratan zextek mezin heye û ev li Kurdistanê jî wek şerê mêtingeriyê didome.