Moskowa: Êrîşa kimyewî mîzansen e û karê serwîsên biyanî ye

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavroz li ser êrîşa kimyewî ya Dumanyê got ‘mîzansen’ e û bi destê rêxistinên îstîxbarî yên dewletên biyan hatiye çêkirin û di dest wan de delîl hene ku kes nikare qebûl neke.

Lavrov îro bi daxuyaniyekê got çeka kîmyewî ya 7’ê Nîsanê li Dumayê karê rêxistinên îstîxbarî yê dewletan e û li ser vê di destê Rûsyayê de delîl hene.

Lavrov got, ‘’Di dest me de delîlên berbiçav hene ku ev mîzanseneke nû ye û ji hêla hin rêxistinên taybet ên wan dewletan ve ku pêşengiya Rûsofobiyê dikin ve ev mîzanse hatiye çêkirin’’ lê Lavrov navê ti dewletê neda.

Lavrov got mifetişên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî jî ji bo ku li Sûriyê lêkolînan bikin bi rê ketine û got: ‘’Sibehî êvarî dive li Sûriyê bin’’. Lavrov got ew hêvî dikin ku ev tîm biçe Dumayê jî û ji lêkolînên pisporên Rûsyayê ti şopa çeka kîmyewî nehatiye dîtin.

Lavrov li ser gefên destwerdana leşkerî jî hişyarî da û got, gef û ultîmaton atmosfereke wiha ya ‘alarm’ê çêdikin û got qenelên têkiliyên yên di navbeyna Rûsya û DYA’yê de vekirî ne.

Lavrozv got, ‘’Xwedê neke, bila li Sûriyê tiştekî weke Libyayê û Iraqê neceribînin û nekevin rêyeke wiha.’’

Lavrov got, ‘’Hesabekî biçûk ê şaş jî wê bibe sedema ku penabe bi ser wan de bişeqitin ku ev ne bi kêrî wan û ne jî bikêrî Ewropiyan tê’ û got, ‘’Tiştekî wiha (dubarebûna Iraq û Libyayê) tenê dikare wan kesan şa bike ku ji hêla okyanûsê ve têne parastin û ji bo ku projeyên xwe yên jeopolitik ên li vê derê (Sûriyê) pêş bixin hemû herêmê tev didin û li qiraxekê rûdinin.’’