MOP: Divê her kes li cem gelê Nisêbînê cih bigire
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) di serî de gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî bang li her kesî kir, ku li hemberî hewldanên AKP'ê yên komkujiyê, piştgiriyê bidin gelê Nisêbînê.
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) di serî de gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî bang li her kesî kir, ku li hemberî hewldanên AKP'ê yên komkujiyê, piştgiriyê bidin gelê Nisêbînê.
MOP'ê êrîşên qetlîamker ên dewleta Tirk li hemberî Nisêbînê dike şermezar kir û ragihand, ji ber têkçûna artêşa Tirk a li pêşberî hêzên YPS û YPS Jinê, êrîşên ewçend giran tên kirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Weke MOP'ê, ji bo li pêşberî vê zîhniyeta qetlîamker bêdeng nemîne, em bang li gelan û raya giştî ya cîhanê dikin ku xwedî li Nisêbînê derkevin û rijandina vê xwînê bisekinînin."