MOP: 3'ê Sibatê ji bo Efrînê em ê li qadan bin

MOP'ê ragihand ku li dijî kuştina sivîlan li Efrînê, wê 3'ê Sibatê li qadan bin û banga tevlîbûnê kir.

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP), li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û li ser berxwedana bêhempa ya Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de bi navê gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî berxwedana gelê Efrînê hat silavkirin û şehîd hatin bîranîn.

MOP'ê diyar kir, dewleta Tirk tevî çeteyên OSO yên hov dixwaze mîna sala 1915'an qirkirinê bike.

Di daxuyaniyê de bêdengiya DYA, Rûsya, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, Parlamenta Ewropa û Yekîtiya Ereb a li pêşberî komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê dike hate şermezarkirin û bang li hêzên demokrasiyê hate kirin ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin.

MOP'ê bi şiyara "Efrîn eniya demokrasiyê, paşeroja vîna me ya azad û bi rûmet e" bang li her kesên xwedî wijdan kir ku roja 3'ê Sibatê tevlî çalakiyan bibin.