Moînî: Li Rojhilat û Îranê şertên awarte tên avakirin

Hevserokê PJAK’ê Siyamend Moînî diyar kir ku bûyerên li Rojhilata Navîn tên jiyîn, ‘pêvajoyeke krîtîk e’

Hevserokê PJAK’ê Siyamend Moînî geşedanên li Rojhilat û Îranê ji Beşa Farisî ya ANF’ê re nirxand.

Moînî diyar kir ku tiştên li Rojhilata Navîn pêk tê ‘pêvajoyeke krîtîk e’ û got ku “Herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Hêzên ku dixwazin berjewendiyên xwe yên siyasî, leşkerî û statukoya xwe biparêzin, li herêmê ketine nav şerekî mezin. Hêzên navneteweyî û herêmî yên ku ketine nav vî şerî, dixwazin di vê dîzaynkirinê de para xwe werbigirin.”

‘NAVENDA ŞERÊ CÎHANÊ YÊ 3’EMÎN KURDISTAN E’

Moînî got ku “Şerê li herêmê ji şerekî klasîk cihêtir e. Dema ku bi vê nêrînê em pêvajoya krîtîk dinirxînin ji xeynî ‘şerê cîhanê yê sêyemîn’ em nikarin pênaseyeke din bikin. Monînî bal kişand ser vî tiştî ku ev şer herî zêde li çar parçeyên Kurdistane heye û got ku “Li ser çar parçeyên Kurdistanê êrîşên leşkerî, siyasî, ekonomîk hene.Tevgera Apoyî bi tenê bersiv da van êrîşan. Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyla Guven li hemberî van êrîşan dest bi greva birçîbûnê kir. Ev helwesteke azadîxwaz û şoreşgerî ye. Derket holê ku li hemberî vê daxwaza azadiyê tu dîktatorî nikare bisekine. Wê di cih de be ku mirov Leyla Guven wekî sembola jina Kurd a di berxwedana şoreşger de diyar bike. Wê bi berxwedana xwe ev tişt îspat kir.”

‘PJAK LI HER QADÊ LI BER XWE DIDE’

Moînî diyar kir ku PJAK ji bo demokratîkbûna Îranê û ji bo azadiya gelên li Rojhilatê Kurdistanê têdikoşe. Moînî bal kişand ser vî tiştî ku têkoşîna li ser çanda berxwedanê ya bi gel re û ya ku xwe dispêre hêza xwe, prensîba sereke ye û got ku “Li her qada ku me hêza xwe birêstin kiriye, me xwe ji bo têkoşînê amade kiriye. Yek ji qadên vê têkoşînê jî berxwedana rêhevalên me yên li zindanên Îranê ye. Ligel ku dihatin darvekirin jî berxwedana rêhevalên me yên li zindanan neşikest. Îranê fêm kir ku bi qetilkirinê wan nekarîne berxwedana me bişkînin.”

‘DIVÊ ŞERT BAŞ WERIN XWENDIN’

Moînî diyar kir ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê şertên awarte hene û divê şertên siyasî yên heyî baş werin nirxandin û got “Divê hêz li gorî vêya polîtîkaya xwe bişopînin û têbikoşin. Ev nêrîn ne helwesteke pasîf e. Divê şertên siyasî yên li cîhan û herêmê baş werin nirxandin û li gorî vêya polîtîkayek were kirin. Tişta ku em dixwazin bikin ev e. Derbarê metodên me yên têkoşînê hin rexne hene. Em li ser van rexneyan disekinin. Lê em dizanin ku hin rexne jî ji bo dijberiyê tê kirin. Ji ber ku em xwediyê wan rexneyan ji xwe re nakin mûxatab, em li ser rexneyên wan jî nasekinin. Rexneyên wan li ser dijberiya me tê kirin. Dema ku rexneyên wan ne cîddî bini em jî hêza xwe nadin van rexneyan.”

‘DIVÊ KURD BIBIN YEK’

Moînî diyar kir ku li Îranê geşedanên gelekî cîddî tên jiyîn û pergala heyî sist dibe. Moînî li ser helwesta Kurdan jî ev tişt got:

“Di vê pêvajoyê de divê Kurd rola xwe pêk bînin. Divê Kurd bibin yek û rola xwe bi cih bînin. Lê hinek kes pêşiya vê yekîtiyê digirin. Her dem hewldaneke me hebû ku em li ser têkoşîna hevpar û prensîbên hevpar werin ba hev û diyalogan bidin destpêkirin. Em vê hewldanê didomînin. Em dikarin bibêjin ku hin hêzên din jî hewldanên wan ên wisa hene. Di pêvajoyên borî de bi hin hêzên Rojhilat re hin hevdîtinên me çêbûn. Kurd di serî de em dixwazin hêzên mûxalîf pêvajoya siyasî baş binirxînin û xwe nekin navend. Divê em bi xebateke hevpar karibin guherandina Îranê ji xwe re bikin esas.”

‘YÊN KU PROJEYÊN WAN HENE EM AMADE NE, BI WAN RE BICIVIN’

Moînî diyar kir ku derbarê çareseriya Îranê me wan berê projeyeke ji 10 xalan tê pêşkêşk kiribûn û got “Me proje û gavên pratîk ji partiyên siyasî re pêşkêş kir. Dibe ku nêrîn û projeyên me di hin cihan de ne wekî hev bin. Ev tiştekî gelekî normal e. Lê tişta ku em ji hêzên din dixwazin ev e ku, bi nêrîneke demokratîk li bûyeran binihêrin û ji çarçoveyek berfireh li geşedanan binihêrin. Hin hêzan bersiveke erênî dan projeya me, ev tişt em kêfxweş kir. Hinekan jî bi nêrîneke teng lê nihêrîn û ji bo pûçkirina wê çi ji destê wan hat, kirin. Ev dibe ku di demên pêş de ji bo hêzên mûxalîf ên Îranê bibe rewşeke neyînî. “

Moînî diyar kir ku di çarçoveya projeya wan de wan di hevdîtinên bi hin partiyan re, encamek jî stendine û got ku “Li ser encamên ku me wergirt, me hin gavên pratîk avêt. Lê hinek partî li dijî vê derketin. Rêveberên partiyên ku li dijî vê derketin, ew xwe bi rê ve nabin. Ji aliyê hin partiyên Başûrê Kurdistanê û rêxistinên wan ên îstîxbaratê tên birêvebirin. Ji wan partiyan tê xwestin ku dûrî PJAK’ê bin û siyaseta wan bila li ser dijberiya PJAK’ê be. Ev hêz dixwazin me tune bikin.”

Moînî diyar kir ku Îran ji bo ji krîzê derkeve tawîzan dide DYE’yê lê ev tişt têr nake. Moînî got ku “Li ser Îranê gelek senaryo tên axaftin. Di hemûyan de jî hilweşandina Komara Îslamî ya Îranê heye. Ji ber ku hêzên navneteweyî naxwazin bi Îranê re ji bo muzakereyên demkurt rûnên.Di muzakereyên demdirêj de jî dixwazin Komara Îslamî ya Îranê hilweşînin an jî bînin ser xeta xwe. Îran jî diyar dike ku ev senaryo plana Îsraîlê ye û dixwaze gel bixapîne.”

‘DIVÊ KURD VÊ DERFETÊ BAŞ BINIRXÎNIN’

Moînî diyar kir ku pêvajo û senaryo çi dibe bila bibe, ji bo Kurdan derfeteke mezin e û got ku “Tişta girîng ev e ku divê hêzên pêşeng li ser prensîbên bingehîn werin ba hev û yekîtiyekê pêk bînin. Divê hemû hêz peywira xwe pêk bînin. Em bawer in wê partiyên siyasî û derdorên ji bo azadiyê têdikoşin wê bala xwe bidin ser vî tiştî. Bi tevgerîna hevpar a hêzên şoreşger û azadîxwaz, şoreşeke demokratîk dikare pêk were.”

Hevserokê PJAK’ê Siyamend Moînî diyar kir ku hemû partiyên ku ji bo gelên Îranê projeya wan a azadî û demokrasiyê heye, ew dikarin bi hev re bixebitin û ji bo bikaranîna van fersendan divê bi lezgînî li ser xalên hevpar li hev bicivin.