'Mohra Zêrîn' a Împaratoriya Roma-Germen di lîsteya UNESCO de ye

'Mohra Zêrîn' a Împaratoriya Roma-Germen di lîsteya UNESCO de ye

Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî UNESCO, nusxeyeke din a fermana bi navê 'Mohra Zêrîn' ku weke destûra bingehîn a Împaratoriya Roma Germen a pîroz e, li lîsteya xwe ya bi navê 'Bîra Cîhanê' bicih kir.

Nusxeya fermana Roma-Germen a di sala 1356'an de hat nivîsandin, a bi navê Mohra Zêrîn, ku li Enstîtuya Dîrokî ya Bajêr a bajarê Elmanya Frankfûrtê dihat ragirtin, ji aliyê UNECSO ve hat rûmetdarkirin. Fermana ku bi giştî 7 nusxeyên xwe hene, herî dawî di mehên Hezîran û Tîrmehê de her sê nusxeyên din li lîsteya bi navê Bîra Cîhanê hatibû bicihkrin.

Fermana bi navê 'Mohra Zêrîn' (Goldene Bulle) ya weke destûra bingehîn a Împaratoriya Roma-Germen a Pîroz tê qebûlkirin, di sala 1356'an de di dema împarator IV. Karl de, ji bo hilbijartinê weke peymaneke 7 prens û oldarên li ser navê împaratoriyê dengên xwe bikar tînin e. Karl ê IV. bi vê fermanê re dixwest, li herêmên împaratoriyê dawî li pevçûnên desthilatdariyê yên derebegan bîne.

Fermana ku ji ber zêra li ser weke "glovera zêrîn" tê binavkirin, ji wê demê û pê ve ji hilbijartina împaratoran û gelek karên din ên dewletê re bû bingeh.

5 nusxeyên fermanê li Elmanyayê, du jî li Awûstûryayê ne.