Modela rêveberiyê ya Îranê -2

Li Îranê şeklê rêveberiya îdarî, sîstema eyaletan e. Eyalet bi waliyên hatine tayinkirin tên birêvebirin. Li her eyaletê bajar, navçe, bajarok, nehiye û gund hene...

Li Îranê şeklê rêveberiya îdarî, sîstema eyaletan e. Eyalet bi waliyên hatine tayinkirin tên birêvebirin. Li her eyaletê bajar, navçe, bajarok, nehiye û gund hene. Li Îranê 31 eyalet hene; Tehran, Qum, Merkezî, Qezwîn, Gîlan, Erdebil, Zencan, Tebriz, Ûrmiye, Sine, Hemedan, Kirmaşan, Îlam, Loristan, Xuzistan, Çaharmahal û Bahtiyari, Kehkileyû û Buyer Ehmed, Buşehr, Fars, Hurmuzgan, Sistan û Belûcistan, Yezd, Îsfahan, Mazenderan, Gulîstan, Xorasanê Şemalî, Razavî Xorasan û Elburz.

EYALETA TEHRANÊ

Eyaleta ku paytexta Îranê lê ye, ji aliyê civakî û aborî ve pêşketî ye. 18'ê ji sedî yê nifûsa Îranê li eyaleta Tehranê dijîn. 13 navçe, 43 şaredarî û 1358 gund hene. Tehran ku navenda eyaletê ye, sala 1778'an bûye paytext û nifûsa xwe niha zêdeyî 7 milyonî ye. Di nava 20 bajarên herÎ qelebalix ên cîhanê de ye. Li eyaleta Tehranê 12 herêm hene.

EYALETA ERDEBILÊ

Erebil ku li bakurê welêt e, herêmên bakur ên Gilanê sala 1993'an bi vê derê ve hate girêdan û bû eyalet. Nifûsa xwe 1.257.624 kes e û navenda wê jî bajarê bi navê Erdebil e. Li vir Tirkên Azerî dijîn.

EYALETA AZERBAYCANA ROJHILAT

Azeriyên li Îranê herî zêde li vê eyaletê dijîn. Kurd jî bi têra xwe li vê eyaletê hene. Nifûsa xwe bi qasî çar milyon e. Navenda wê ya îdarî Tebriz e. Sînorê vê eyaletê bi Ermenîstan û Nahçivanê re heye.

EYALETA AZERBAYNCANA ROJAVA

Eyaleta Azebaycana Rojava li bakurojavayê welêt e û li gorî serjimartina sala 2006'an nifûsa xwe 3.015.361 e. Navenda wê ya îdarî bajarê Ûmriye ye. Li gorî belgeyên fermî yên Îranê, piraniya eyaletê ji bajarên Kurdan pêk tê, lewma piraniya nifûsa wê Kurd in. Li vê eyaletê bi zimanên Azerî û Kurdî, Farsî û Aramî yê Nû tê axaftin. Li eyaletê gelek koçber jî dijîn. Piraniya gelê eyaletê ji ola Îslamê ne. Hindikahiyên din ên olî jî Xiristiyanî û Yahûdî ye. Li herêmê bermahiyên dêrên dîrokî hene. Bajarên mezin û navdar ên Rojhilatê Kurdistanê; Ûrmiye, Botan, Mahabad, Salmas, Makû, Nexede, Pîranşar, Serdeşt li vê eyaletê ye. Tevî vê yekê jî tê gotin ku hejmara Kurdan lê kêm e. Ev nêzîkatî polîtîkaya rejîma Mola ya li dijî Kurdan radixe pêş çavan.

EYALETA GÎLANÊ

Eyalet li qiraxa Gola Xazarê ye û navenda wê ya rêveberiyê reştolan e. Li eyaletê gel û hindikahiyên Gîlanî, Azerî, Talişî, Fars û Tatîlî dijîn.

EYALETA ZENCANÊ (HAMES)

Navenda rêveberiya vê eyaleta ku li bakurê welêt e, bajarê bi navê Zencan e. Nifûsa xwe 971.000 kes û piraniya şêniyên wê Azerî ne. Nifûsa abjarê Zencanê 378.000 kes e. Yek ji bajarên xwe yên girÎng jî Hurremdare ye.

EYALETA KURDISTANÊ

Navê dîrokî yê eyaletê Erdelan e û rûbera wê 28.817 km² ye. Tevî ku di Tîrmeha 2016'an de sermijartin hate kirin jî, di belgeyên fermî de nifûsa eyaletê li gorî sermijartina sala 2006'an tê dayin. Piraniya şêniyên wê Kurd in. 1 ji sedî Azerî, 0.46 ji sedî Fars û 0.40 ji sedî gelên din lê dijîn. Eyaleta Kurdistanê ji 10 bajar, 21 navçe, 78 nehiye û bajarokan, her wiha ji 1.762 gundan pêk tê. Li vê eyaletê bajarên mezin ên weke Senendec yanî Sine, Bane, Bicar, Dîvandere, Gorve, Merîwan, Kamyaran, Saqiz hene. Li gorî sermijartina sala 2006'an nifûsa eyaletê 1.440.156 kes e.

EYALETA KAZVÎNÊ

Kazvîn ku heta sala 1995'an di nava sînorê Eyaleta Tehranê de bû, sala 1995'an ji Tehranê cihê bû, bi Takîstan a li eyaleta Zencanê bû yek û veguherî eyaleteke cuda. 1.543 gundên wê hene. Li gorî sermijartinê 63 ji sedî yê nifûsa wê li bajaran, yên mayî jî li gundan dijîn. Şêniyên eyaletê Azerî, Tatîlî, Lûr û Fars in. Kazvîn û Takîstan du bajarên mezin ên eyaletê ne. Keleha Alamûtê ya Hassan Sabbas li vê eyaletê ye.

EYALETA HEMEDANÊ

Eyaleta Hemedanê li rojavayê Îranê ye. Eyalet li nava herêma Çiyayên Zagrosê ye. Hewa wê havînê nerm, zivistanê dijwar e. Li eyaletê Azerî, Kurd, Lûr û Lek dijîn. Bajarên girîng ên eyaletê Tûyserkan, Nîhavend, Malayer, Esadabad, Bahar, Razan û Kabûdrahang in.

EYALETA KIRMAŞANÊ

Navenda Eyaleta Kirmaşanê bajarê Kirmaşanê ye. Bajarekî Kurdistanê ye. Tevî ku bajarekî Kurdistanê ye mîna gelek bajarên din ên Kurdan bi eyaleta Kurdistanê ve nehatiye girêdan û weke eyaleteke cuda tê bilêvkirin. Ev yek jî ji ber polîtîkaya rejîma Îranê ya li dijî Kurdan e. Nifûsa xwe bi giranî Kurd e û hejmareke kêm Lor hene. Bi qasî 10 hezar Fars û Azeriyên weke wezîfedarên fermî yên dewletê hatine, li vir dijîn. Beşeke mezin a van jî li bajarê Sûngûrê dijîn.

EYALETA MAZANDARANÊ

Eyaleta Mazandaran li başûrê Gola Xazarê ye. Ji sedsala 9'ê heta ya 15'an navê wê Taberîstan bû. Eyaleta Mazandaran yek ji eyaletên herî qelebalix ên Îranê ye. Xwedî rezervên dewlemend ên petrol û gaza xwezayî ye. Pênc bajarên herî mezin ên eyaletê Sarî, Behşehr, Babol, Amol û Kaemşehîr in. Li eyaleta ku sala 1937'an va bû, karên herî girîng masîgirî, tûrîzm û sektora înşaetê ne. Nuqteya herî bilind a Rojhilata Navîn Çiyayê Demaventê li vê eyaletê ye. Beriya bi 75 hezar salî mirovahî li vê herêmê bi cih bûne. Li gorî agahiyên ku ji kolandina li Girê Goher û Kafar Kelî hatin wergirtin, berî 5 hezar salî li vê herêmê bajar ava bûne. Lewma ev herêm ji aliyê dîroka Îranê ve navendeke girîng e. Gelên eyaleta Mazandaranê Gîlakî û Sangîserî ne ku bi zimanê Mazandaranî diaxivin.

EYALETA QUM

Sêyemîn mezintirîn pirtûkxaneya cîhanê ya ji nivîsa bi destan li bajarê Qumê ye. Li Pirtûkxaneya Necefî, 37 hezar berg berhemên bi nivîsa destan hene. Pirtûka herî kevn a pirtûkxaneyê Quran e ku emrê xwe 1300 sal e. Eyaleta Qumê weke bajarê navenda perwerdeyê ya mezheba Îmamiye-î Îsna'aşer'iyye tê naskirin. Her wiha weke bajarê ku bingeha Şoreşa Îslamî ya Îranê lê hatiye danîn û weke bajarê molayan an go bajarê Ayetûllahan tê naskirin. Li medreseyên bajêr bi qasî 30.000 mola hatine perwerdekirin. Hema bêjin temamiya molayên şoreşê diparêzin li vî bajarî tên perwerdekirin. Hûmeynî, Xamaney, Rafsancanî û Xatemî jî li vê derê li Medreseya Fevziye ya navdar perwerde bûne.

EYALETA LÛRÎSTANÊ

Eyaleta ku li nava Çiyayên Zagrosê ye ji aliyê dîrokê vê yek ji girîngtirîn herêmên welêt e. Navenda îdarî ya eyaletê li bajarê Hurremabad e. Bajarên din ên girîng ên eyaletê Borûcerd, Alîgudarz, Dorûd, Kûhdeşt, Azna, Alaştar, Nûrabad û Pûldûhtar in. Şêniyên wê ji gelên Lor û Lek pêk tê.

EYALETA ÎLAMÊ

Eyalet li başûrrojavayê Îranê li ser sînorê Iraqê ye. Navenda Eyaleta Îlamê bajarê Îlamê ye. Li aliyê wê yê bakur Kurd, li başûr jî Lûr dijîn. Kurdên li vir bi Soranî û Kelhorî dipeyivin. Wekî din beşeke mezin a Yarsanan jî li vê ey aletê dijîn. Bajarên girîng ên eyaletê Îlam, Mehran, Dehloran, Darehşehr, Şîrvan û Chardavol, Malekşahî, Eyvan û Abdanan e. Kurdên li vê eyaletê dijîn Kurdên Şîa ne. Yek ji cihên ku herî zêde Kurd lê dijîn, eyaleta Îlamê ye.

EYALETA GULÎSTANÊ

Eyaleta Gulîstanê sala 1997'an ji Eyaleta Mazandaranê qut bû û bû eyaletake cuda. Nifûsa Eyaletê ji Tirkmen, Azerî, Fars, Kurd, Belûcî, Afgan û Ermeniyan pêk tê. Navenda îdarî ya eyaletê bajarê Gurganê ye. Bajarên girîng ên eyaletê Gunbed-î Kavûs, Bandar Turkmen, Gumîşan, Maravetepe, Bendar Gez, Alîabad-e Ketûl, Kordkûy û Minûdeşt. Eyalet li qiraxa Gola Xazarê ye.

EYALETA MERKEZÎ

Eyaleta Merkezî, beriya zanînê bi hezarsaliya destpêkê de parçeyekî girîng ê Împaratoriya Med bû. Eyaleta Merkezî li rojavayê Îranê ye. Navenda wê ya rêveberiyê bajarê Erakê ye. Eyaleta Merkezî, salên 1980'î ji eyaletên Îsfahan, Semnan, Tehran û Zencanê ax stand û veguherî eyaleteke bi serê xwe. Navê bajêr bi Farsî tê wateya 'cihê navendî'.

EYALETA XORASANA BAKUR

Eyalet li bakurê rojhilat ê welêt e. Navenda Eyaleta Xorasana Bakur bajarê Becnûrd e. Yek ji wan eyaletan e ku nifûsa Kurdên Xorasanî lê zêde ye. Tevî Kurdan, Fars û Tirkmen jî lê dijîn. Nifûsa Eyaleta Xorasana Bakur 46.1 ji sedî Kurd e, 27.8 ji sedî Fars e, 20.6 ji sedî Azerî ye. Bajarên girîng ên eyaletê Bûjnûrd, Şîrvan, Cacarm û Îsfarayen e.

EYALETA SEMNANÊ

Eyalet li bakurê welêt e û navenda wê bajarê Semnanê ye. Herêmên wê yên bajûr li nava Çola Kebîrê ne, Semnan sala 1996'an bû eyalet.

EYALETA ÎSFAHANÊ

Eyaleta Îsfahanê li navenda Îranê ye. Navê paytexta wê jî bajarê Îsfahanê ye. Tevî Farsan, Bextiyarî, Kaşkayî, Gurcu û Ermenî li vê eyaletê dijîn.

EYALETA ÇAHARMAHAL Û BAHTIYARÎ

Li başûrê rojava yê Îranê ye û navenda wê bajarê Şehrekurd e. Li vê eyaletê bi giranî Kurd û civaka xwecihî Bahtiyarî dijîn. Baytiyarî bi zimanê Lûrî diaxivin û ji bilî çend cudahiyan bi Lûran re weke hev in. Kurdên li vir jî bi zaravayê Soranî diaxivin. Çavkaniya debarê ya gelê eyaletê çandinî ye. Navendên pîşesaziyê big iranî li navenda bajarê Şehrekurd û derdora wê ne. Yek ji wan eyaletan e ku saziyên girîng ên perwerdeyê lê ne. Ji van Zanîngeha Şehrekurd, Zanîngeha Borûcen Îslamî Azad û Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Şehrekurd lê ne.

EYALETA HUZÎSTAN

Navenda wê bajarê Ahvazê ye. Her wiha Abadan ku yek ji navendên girîng ên hilberîna petrolê ye, li vê eyaletê ye. Eyaleta Hûzîstan li başûrê rojava yê Îranê ye. Digihêje heta Kendava Basrayê û ji aliyê leşkerî ve jî herêmeke girîng e. Di nava sînorên şaristaniya Elam a kevn de cih digire û paytexta wê ya berê Sûsa ye. Li eyaleta Hûzîstanê Ereb, Fars, Kurd, Azerî û hin hindikahiyên din dijîn.

EYALETA KOHGÎLUYE Û BÛYER AHMED

Ev eyalet li başûrê rojava yê Îranê ye. Navenda wê ya rêveberiyê li bajarê Yasûc e. Nifûsa xwe bi giranî ji Lûran pêk tê. Tevî Farsî, zaravayê Lûrî Bûyerahmadî li vir tê axaftin. Erdê eyaletê bi giranî ji çiyayê dijwar ê Zagrosan pêk tê. Cihê herî bilind jî Lûtkeya Çiyayê Dena ye ku bilindahiya wê 4409 metre ye. Çiyayê Dena parka milî ye û bi darê berû xemilî ye. Ji aliyê îdarî ve heft navendên eyaletê hene.

EYALETA YEZD

Eyalet li herêma navîn a Îranê ye û navenda rêveberiya wê jî bajarê Yezd e ku navê wê li eyaletê hatiye kirin. Bajarê Yezd yek ji kevntirîn bajarên Îranê ye û navendeke girîng a Zerdeştiyê ye. Bajarê ku li ser Rêya Îpekê ye, hate tespîtkirin ku 700 sal Beriya Zayinê mirov lê bi cih bûne. Navê xwe ji Qralê Sasanî Yezdgerd (421-339 Beriya Zayinê) digire. Dîroknasên Yewnan jî ji Yezd re gotine 'Ayatîs'. Salên 600'î jî Misilmanan ev nav weke 'Dar'ul Îbade' guherandin. Nifûsa eyaletê bi giranî ji Farsan pêk tê. Piraniya wan jî Şîa ne. Her wiha di belgeyên fermî yên Îranê de tê destnîşankirin ku li vê herêmê civakên ji ola Zerdeştiyê bawer dikin, hene.

EYALETA BÛŞEHR

Navenda îdarî ya eyaleta Bûşehr bajarê Bûşehr e. Li qiraxa Kendava Farsê ye. Yek ji santralên nukleerî ku sedema heyî bûye sedema krîza navneteweyî, li vî bajarî ye. Bajarê Bûşehrê yek ji girîngtirîn bendergeha îxracatê ya Îranê ye. Li bajêr, navendên girîng ên Hêzên Deryayî yên Îranê hene. Tevî bendergeha girîng, li vî bajarî balafireheke navneteweyî heye.

EYALETA XORASANA BAŞÛR

Eyaleta Xorasana Başûr piştî ku eyaleta mezin a Xorasanê sala 2004'an bû sê parçe, ava bû. Ev eyalet bi giranî merş û tejikên xwe navdar e. Navenda wê ya îdarî li bajarê Bîrcandê ye. Eyalet li başûrê Îranê ye. Gelên li vê eyaletê dijîn Peştûn, Belûc û Ereb in. Piraniya Peştûn li bajarên Bîrcand û Kaenê bi cihb ûne. Salên dawî koçeke mezin a Peştûnan ji Afganîstanê çêbû.

EYALETA XORASAN RAZAVÎ

Eyaleta Xorasan Razavî li bakurê rojhilat ê Îranê ye û li ser sînorê Afganîstanê ye. Sala 2004'an piştî ku Xorasan parçe bû, veguherî eyaletekê. Navenda eyaletê bajarê Meşhedê ye. Bajarên din ên girîng ên eyaletê Kûçan, Dargaz, Çenaran, Serahs, Farîman, Torbat Cam, Taybad, Haf, Roşthar, Kaşmar, Bardeskan, Nîşabûr, Sabzevar, Gonabad, Kalat, Halîlabad in. Piraniya nifûsa herêmê ji Farsan pêk tê. Tirkên Xorasanê, Tirkmen û Kurd jî li herêmê dijîn. Wekî din nifûseke Afganan jî bi koçberan re li herêmê bi cih bûye.

EYALETA KIRMANÊ

Eyalet li başûrê rojhilatê Îranê ye û ji aliyê rûberê ve duyemîn eyaleta herî mezin a Îranê ye. Navenda îdarî ya eyaletê li bajarê Kirmanê ye. Ji bilî Kirmanê bajarên Baft, Berdsîr, Bem, Cîrûft, Refsencan, Zerend, Sîrcan, Şehr Babek, Kirman, Mahan û Kehnûc hene. 20 ji sedî yê nifûsa eyaletê li gundan, 80 ji sedî jî li bajaran dijîn.

EYALETA HURMUZGANÊ

Eyaleteke ku li pêşberî Nîvgirava Ereb e. Bi giravên ser bi xwe ve xwedî cihekîs tratejîk e. Hurmuzgan li başûrê welêt li Kendava Farsê, li qiraxa Okyanûsa Hînt û li pêşberî Nîvgirava Ereban e. Geliyê Hurmuzê ku Îranê û Ummanê ji hev qut dike li pêşberî vê eyaletê ye. Girîngiya herêmê, piştî ku petrol hate dîtin zêdetir bû. Navenda îdarî ya eyaletê li bajarê Bandar Abbas e. Ji bilî Bender Abbasê, bajarên Bnder Lenge, Bestek, Ebûmûsa, Haciabad, Cask, Bender Hemir, Mînab, Parsiyan, Keşm, Deh Beraz hene.

EYALETA SÎSTAN û BELÛCÎSTANÊ

Eyalet li başûrê rojhilat ê Îranê ye û li ser sînorê Afganîstan û Pakîstanê ye. Ji aliyê mezinahiya erd ve Eyaleta Sîstan û Belûcîstanê eyaleta herî mezin e. Nifûsa eyaletê ji Belûciyên Sûnî Misilman û Sîstaniyên Şîa Misilman pêk tê. Rêveberiya eyaletê li bajarê Zahîdanê ye. Bajarên girîng ên eyaletê ev in: Çabahar (Bendergeha herî girîng a Kendava Ûmmanê), Dalgan, Hîrmand, îranşehr, Haş, Konarak, Nîkşehr, Saravan, Sarbaz, Soran, Zabol, Zabolî û Zahak in. Eyalet ji du beşên Sîstan û Belûcîstanê pêk tê. Li başûr, rojava û rojhilatê eyaletê Belûc dijîn û bi zimanê Belûcî diaxivin. Belûcîstan bi Farsî tê wateya welatê Belûcan. Navê sîstan jî di Farsiya kevn de ji navê sakastana tê ku tê wateya 'welatê Sakayan'. Gelek zana û wêjevan ji vê eyaletê derketine. Çend ji van ev in: Farrûkhî Sîstanî, Ya'qûb-î Laîth Saffarî, ji lehengên milî yên Îranê Rustem û lîderê olî Alî Huseynî Sîstanî.

GUHERTINA NAVÊ EYALETAN

Piştî ku Hûmeynî bû desthilatdar, karê wî yê destpêkê bisîstemkirina rejîma Mola bû. Ji bo vê jî serokwezîr, serokkomarê nû hatin tayinkirin. Tevî vê yekê navê gelek eyaletên ji dema şah mayî hatin guhertin. Lê belê gelek ji wan tevî ku bi fermî navê wan hatine guhertin jî, ji ber ku gel navê wan ê nû bi kar nîne, bi navê xwe yê kevn man.