Modela rêveberiyê ya Îranê -1

Îran welateke ku xwedî kevneşopiyeke dewletê ya ji sê hezar salî ye. Di dema împaratoriyan de bi navê Împaratoriya Pers li herêmê deng veda û demeke dirêj hikum kir. Piştre bi Împaratoriya Safawî kevneşopiya xwe dewam kir.

Sala 1639'an bi Osmaniyan re mohra xwe danî binê peymana Qasri Şîrîn û Kurdistan kirin du parçe. Sala 1626'an bi navê Emîrxan Bradost yekemîn raperîna lokal a Kurd rû da. Herêmeke ku pêxemberê Zerdûştiyê ku ola destpêkê ya Kurdan û gelên herêmê ye Zerdûşt lê jiya û deh salan li çiyayê Sebelanê kete înzîwayê. Piştî serdema împaratoriyê bi Şah hatiye birêvebirin.

Sala 1951'ê Dr. Missadiq bû desthilatdar û ji bo petrola li Îranê milî bibe gavên destpêkê avêt. Lê belê Anglo Îran a li welêt bi bandor bû bi desteka DYA li dijî Missadiq dest bi kampaya şerekî taybet kir. Sala 1951'ê vê carê Îngilîstanê û CIA gel li dijî Missadiq ê bi piştgiriya gel bûbû desthilatdar daxist kolanan. Sala 1953'an Missadiq ji desthilatdariyê hate xistin û ew xistin hepsa malê. Piştî çend salan jî mir. Serdema bavê Şah Riza Pehlewî dest pê kir. Piştî mirina bav Şah Riza Pehlewî, serdema kur Şah Riza Pehlewî dest pê kir. Sala 1979'an Hûmeynî ji Fransaya ku sirgûnî wê bûbû vegeriya û dest danî ser têkoşîna TUDEH, Kurdan û gelên din a li dijî Şah. Bi vî awayî Şah têk bir. Piştî ku Şah têk bir, karê wî yê yekemîn tasfiyekirina TUDEH, Kurd û gelên din ên têkoşer bû. Piştî sala 1979'an li Îranê rejîma Molla dest pê kir.

PIŞTÎ SALA 1979'AN MODELA SIYASÎ Û RÊVEBERIYÊ YA ÎRANÊ

Îran beriya sala 1979'an bi rêveberiya Şah dihate rêvebirin. Hûmeynî piştî ku sala 1979'an bû desthilatdar, sîstema siyasî ya Îranê bi rengê sîstema totalîter ji nû ve bi rêxistin kir. Hem li qada cemaweriyê hem jî li qada taybet erka diyarker ji ola Îslamê re hate dayin. Di sîstema siyasî ya Îranê de naverok, kêrhatin, erk û mayindebûna hemû erkan ji aliyê ola Îslamê ve hatine destnîşankirin û qanûnîkirin. Afirînerên sîstema siyasî ya Îranê dibêjin, wan ev sîstem ji bo bicihanîna ola Îslamê bi rêxistin kirine. Taybetmendiyeke din a sîstema siyasî ya Îranê ew e ku Îslamê ne tenê li qada cemaweriyê, her wiha li hemû qadên jiyanê xistiye meriyetê. Timî hewl dan ku gel di çarçoveya vê îdeolojiyê de motîve bikin.

SÎSTEMA SIYASÎ YA DI DESTÛRA BINGEHÎN A ÎRANÊ DE HATIYE DIYARKIRIN

Karên ji bo amadekirina Destûra Bingehîn a Îranê heman piştî şoreşa Îslamê 15'ê Mijdara 1979'an qediya û Destûra Bingehîn Kanûna heman salê pêşkêşî dengdana gel hate kirin û bi rêjeya 99,5 ji sedî hate qebûlkirin. Sala 1989'an piştî mirina Hûmeynî, Destûra Bingehîn a Îranê ji nû ve hate nirxandin. Destûra Bingehîn a Îranê ji 177 xalan pêk tê.
Di Destûra Bingehîn a Îranê de meqama herî bilind weke Rayeya Fiqhê hatiye diyarkirin. Aliyên siyasî, leşkerî, aborî, civakî û dadgeriyê yên sîstema Îranê bi sîstema velayetî fiqhê ve hatine girêdan.

Rayeya Fiqhê: Bîrdoziya Rayeya Fiqhê salên 1960'î ji aliyê Hûmeynî ve hate bilêvkirin. Ev têgîn li ser bingeha bîrdoziya mezheba Şîa ava bûye. Bi rêya bîrdoziya Rayeya Fiqhê ya Hûmeynî, mînaka sîstema siyasî ya mezheba Şîa hatiye afirandin. Ev yek di mezheba Şîa de weke dewama bîrdoziya 'îmamet' tê destnîşankirin. Li gorî Şîa, saziya Îmamet di Quranê de jî hatiye diyarkirin. Li gorî vê yekê, piştî wefata pêxember, maf û berpirsyariya meleyan e ku Misilmanan bi rê ve bibin. Rêveberî bi desthilatdariya meleyan an jî bi erêkirina wan meşrû dibe.

Bîrdoziya Rayeya Fiqhê, salên 1960'î li bajarê Necefê yê Iraqê ji aliyê Hûmeynî ve di dersên olî de hate destnîşankirin. 'Rayeya' pêxember û meleyan (otorîteya mutleq), ji bo zanayên fiqhê jî derbas dibe. Sala 1979'an dema şoreşa Îranê pêk hat, Hûmeynî Rayeya Fiqhê xist Destûra Bingehîn a Îranê. Di sîstema siyasî ya Îranê de Rayeya Fiqhê di asta lîderiyê de ye û ev lîder divê ji aliyê gel ve were hilbijartin. Di xala 57. de wiha tê gotin: Hêzên serwer ên li Komara Îslamî ya Îranê: hêza qanûndanînê, hêza rêveberiyê, hêza dadgeriyê di kontrola Rayeya Fiqhê de ne.
Hemû saziyên sîstema totalîter a Îranê bi ser Rayeya Fiqhê ve ne. Biryarên tên girtin, heta ku bi vê konseyê neyê şêwirandin, nabe ku bi cih werin anîn.

ERK Û WEZÎFEYÊN WARTE YÊN RAYEYA FIQHÊ

Rayeya Fiqhê piştî sala 1979'an ji aliyê Hûmeynî ve hate avakirin û yê ku destpêkê li vê meqamê rûnişt Hûmeynî bû. Ev sazî xwedî van erkên awarte ne:

Kontrolkirina bicihanîna biryarên giştî yên tên girtin
Kirina referandûmê
Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar
Ragihandina şer û aştiyê û seferberiya hêzan
Tayinkirina endamên Fiqhê li Konseya Çavdêriyê
Tayinkirina meqama dadgeriya herî bilind a li welêt
Tayinkirin û jiwezîfegirtina Serokên Fermandairya Giştî
Tayinkirin û jiwezîfegirtina Fermandarê Giştî yê Mûxafizên Şoreşê
Avakirina Konseya Bilind a Parastina Milî
Diyarkirina fermandarên payebilind ên Hêzên Çekdar
Pêşniyarkirina Konseya Bilind a Parastina Milî
Erêkirina Serokkomarê hatiye hilbijartin lê hê dest bi wezîfeyê nekiriye
Piştî ku meclîsê biryara têrnebûna siyasî da, girtina ji wezîfeyê ya serokkomar
Çareserkirina pirsgirêkên navbera Saziya Radyo-Televîzyonê, Qanûndanîn, rêveberî û dadgeriyê

Tevî vê yekê diyarkirina meleyên ku nimêja Înê didin kirin, di destê Rayeya Fiqhê de ye. Ev meleyên navborî ji gelek berpirsyarên siyasî û îdarî yên bajarên Îranê xwedî erk û wezîfeyeke hê mezintir in.

SEROKKOMAR

Di nava rejîma Îranê de piştî Rayeya Fiqhê yanî meqama lîderiya Rûhanî, li gorî Destûra Bingehîn meqama Serokkomariyê tê. Serokkomar ji aliyê gel ve ji bo çar salan tê hilbijartin. Mafê xwe ye ku li dû hev bê hiblijartin. Di destûra bingehîn de ji bo kesekî ji Serokkomariyê re bê hilbijartin ev wesf tên xwestin:

Bi eslê xwe divê ji Îranê be
Divê welatiyê Îranê be
Bi tedbîr be
Îradekar be
Pê bawer be
Xwedî Teqwa be
Baweriya xwe bi Komara Îslamî ya Îranê û pîvanên wê yên bingehîn hebe.

KONSEYA ÇAVDÊR

Piştî lîderê Rûhanî û Serokkomar, Konseya Çavdêr tê. Konseya Çavdêr ji 12 kesan pêk tê. Wezîfeya xwe ew e ku diyar bike bê biryarên li meclîsê tên girtin li gorî dîn e yan na.

KONSEYA KARÊN GIRÎNG

Saziyeke din a bi bandor jî Konseya Karên Girîng e. Armanca xwe nakokiyên navbera hêzên siyasî ji holê rake. Ev konsey, dema nakokî di navbera Meclîsê û Konseya Çavdêran de derdikeve, ew biryarê dide. Li gorî qanûnê, Serokê Konseya Karên Girîng divê Serokkomar be. Lê belê sala 1997'an dema Xatemî bû Serokkomar, Rafsancanî ev wezîfe jê re nehişt û wî dewam kir. Endamên konseyê tê guheritn û ji aliyê lîderê olî ve tên wezîfedarkirin.

KONSEYA EWLEKARIYA MILÎ

Saziyeke din a girîng di nava rejîma Îranê de, Konseya Ewlekariya Milî ye. Armanca vê konseyê jî parastina şoreşa Îslamî, dabînkirina berjewendiyên milî, paratina yekparebûna axa welêt û serweriya milî ye. Tevî van saziyên bingehîn li Îranê Parlament, Serokê Parlamentê, Hikumet, Serokwezîr û Desteya Wezîran jî hene. Lê belê erk hemû li saziyên jorî serokwezîr, wezîr û parlamentê dicivin. Serokwezîr û wezîr li gorî polîtîkaya tê diyarkirin û biryarên tên girtin tevdigerin.

LI GORÎ SERJIMARTINA SALA 2016'AN, NIFÛSA ÎRANÊ

Li gorî serjimartina ku Tîrmeha 2016'an hate kirin, nifûsa Îranê 82 milyon û 801 hezar e. Ev nifûs li gorî rêjeya gelan wiha ye:

Fars %61
Azerî %16
Kurd %10
Lûr %6
Belûcî %2
Ereb %2
Ermenî, Teberî, Yahûdî; Gîllek û gelên din %2

Xala ku di vir de balê dikişîne ew e, Lûr ên ku Kurd in ji gelê Kurd nehatiye hesibandin û weke gelekî cuda tê dîtin.

ZIMANÊN KU LI ÎRANÊ BI FERMÎ HATINE NASKIRIN

Li Îranê zimanê fermî Farsî ye. Lê belê Azerî, Belûcî, Kurdî, Erebî, Tirkmenî jî tên naskirin. Her wiha Fars, Azerî, Kurd, Belûcî, Ereb, Tirkmen weke komên etnîkî tên qebûlkirin.

SIBE: EYALET, GEL Û NETEWE