MLKP: Roj roja çalakiyê ye

Rêxistina MLKP Kurdistan li ber peymanên dagirkeriyê yên navbera dewleta Tirk û DYE û Rûsyayê rabû û diyar kir, "Roj roja çalakiyane, dem dema şoreşê ye."

Rêxistina MLKP Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo êrîşên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, "Tifaqa dij şoreşê ya hêzên emperyalîst û dewleta Tirk a mêtinger faşîst."

Rêxistinê bal kişand ser peymana 16'ê Cotmehê ya ji 13 xalan a navbera DYE û Tirkiyeyê û civîna 22'ê Cotmehê ya li Soçî ya navbera Rûsya û Tirkiyeyê û destnîşan kir, ku eşkere ye ev tifaq stratejiye ji bo tasfiyekirina şoreşa Rojava ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku peyman û lihevkirinên navbera DYE Tirkiye û Rûsya Tirkiyeyê de hatine kirin divê ji aliyê rêveberiya xweser a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, artêşa wê ya şoreşger û şêniyên wê ve neyên qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Biryarên hatine wergirtin êrîşeke berifehe li dijî şoreşa herêmê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" û weke rewşeke metirsîdar a mezin hate pênasekirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Roj ne roja bêdengî û rawestandinê ye" û hate destnîşankirin, "Roj roja çalakiyane, dem dema parastina şoreşê ye."