MLKP/Kurdistan: Ti hikmê biryara DYA'yê nîn e!

MLKP/Kurdistan li dijî biryara DYA'yê ku qedroyên pêşeng ên PKK'ê kirî hedefa xwe helwesteke tund nîşan da û got, "PKK û qedroyên pêşeng ên ku xelat li ser serê wan hatiye danîn, avakarê dîrokeke wiha ne ku li ber piraniya dewletên cîhanê rabûne."

MLKP/Kurdistan têkilî biryara DYA'yê ya li ser qedroyên pêşeng ên PKK'ê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan daxuyaniyeke nivîskî da.

'BIRYARA WAN NE BI PÎVAVAZEKE XIRABE YE'

MLKP/Kurdistanê têkilî biryarê got, "Rêbirên emperyalîst, bi belavkirina milyonan dolar, ragihandine ku ew ê ketîbûnê, alçaxiyê xelat bikin. Em di cih de bibêjin: Hemû dolarên li benqeyên DYA'yê bikin ser hev de neynûkeke şoreşgerekî nake. Çi mirovekî xwedî xîret û şerefê, xwe nake amûrê vê gemariyê, li xwe nanihe '' û domand, ''Ev biryara emperyalîzma DYA'yê, gaveke dij şoreşger a bi armanca tasfiyekirinê ye, taktîkeke şerê taybet ê qirêj e. Ev biryara ku peyamên cuda dide dewleta Tirk, tevgera azadiya Kurd û hevkarên xwe yên li herêmê, li cem gelê me ti hikmê wê tine. Ev biryar ne bi pîvazeke xirabe ye."

'PKK BI KÊMANÎ 6 SEROKÊN DYA'YÊ KEVN KIR'

Bi berdewamî hate gotin, "PKK û qedroyên pêşeng ku xelat li ser serê wan hatiye danîn, avakarê dîrokeke wiha ne ku li ber piraniya dewletên cîhanê rabûne. Pêşeng û parçeyeke dîrokeke wiha ne ku bi kêmanî 6 serokên DYA'yê kevn kirine, bi dehan serokên faşîst, kapîtalîst veşartine. Ji bo vê jî, ti gumana me jê nîn e, hevrêyên çiyan wê ji Trûmpê emperyalîst ê kustex jî, ji hevkarên wan jî bêhtir temendirêj bin û wan bavêjin ser sergoya dîrokê.

Komploya emperyalîst ku beriya niha di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk anîn, niha jî tê DYA dixwaze li dijî qedroyên pêşeng ên PKK'ê û KCK'ê bîne û bi vê ne ku tenê hewl dide ku tevgera Kurd sînordar bike, ne tenê dixwaze qelşekê di refên wan de veke, her wiha, vekirî li ser mijara PKK'ê destekê dide dewleta burjuva a Tirk a hevkar."

'BILA GELÊN ME LI HER DEVERÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

MLKP/Kurdistan herî dawî got, "Em MLKP vê biryara emperyalîst a li ser hevrêyên me yên têkoşînê, li ser qedroyên pêşeng ên KCK, PKK û HPG'ê şermezar dikin, em bang li gelên xwe jî dikin li her deverê, li her qadê dengê xwe bilind bikin û bibêjin, ''Faşîzm û emperyalîzm wê têk biçe, gelên berxwedêr wê bi ser bikevin."