MLKP: Hezar silav li şervanê birûmet û azadiyê Ebû Leyla
MLKP'ê, ji bo Fermandar Faysal Ebû Leyla yê ku di operasyona Minbicê de şehîd ket peyamek weşand. MLKP’ê di peyama xwe de soza tolhildana Ebû Leyla dan.
MLKP'ê, ji bo Fermandar Faysal Ebû Leyla yê ku di operasyona Minbicê de şehîd ket peyamek weşand. MLKP’ê di peyama xwe de soza tolhildana Ebû Leyla dan.
MLKP’ê di daxuyaniya xwe de wiha anî ziman: “Ji bo Fermandar Ebû Leyla yên ku di têkoşîna rizgarkirina Rojava û Sûriyeyê bi zanabûn û çalakş, bi cesaret û nêzîkatiya xwe hema hema li hemû eniyan şer kir re, hezar silav. Li dijî şerê qetlîawarî û qirêj ên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember gelê me bi baweriyekî mezin û tim di eniyê şer ên pêş de şer kir. Ne tenê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, li dijî dîktatoriya rejîma BAAS’ê ya li dijî gelê Sûriyeyê jî di raperînên de yek ji kesên ku di rêzên pêş de cihê xwe girtibû.
Ev şervanê azadiyê û fermadar li gelek eniyan de şer kir bi taybet di berxwedana destanwariya Kobanê de di refên pêş de cihê xwe girt û ji bo rizgarkirina Kobanê gelek kedên giring meşand. Ew di zanabûna azadbûna Sûriyeyê di azadbûna Rojava re derbas dibe û li gorî vê fermandarekî mezin bû. Ew ji bo azadiya gelê Sûriyeyê, ji bo zarokên Sûriyeyê rojên xwe û şadî bibînin, ji bo azadî û wekheviyê, ji bo zilm, împaratoriya tirsê hilweşîne bi ruhê fedayî şer kir û bû nemir.
Ti mirazên Fermandarê Tabûra Şems El-Şemal û Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nîvço namîne. Rizgarkirina Minbicê ji sibehê nêzîktir e.
Weke hemû şervanên Azadiyê yên ku di hemleya Şehîd û Fermandar Faysal Ebû Leyla de cih digirin, wê şervanê MLKP’ê jî di serkeftin û tacîdarkirina vê hemleyê de bi canfedayî şer bikin.
Fermandar Şehîd Faysal Ebû Leyla bêmirin e!
Her Bijî Şerê Azadî û Rûmetê ya Gelê Me!
Wê Minbic Azad bibe û Tol û Heyfa Şehîd Fermandar Faysa Ebû Leyla bê hilîn.!
Bijî Şoreşa Rojava!”