MLKP'ê gerîlayên FESK'ê ku li Eskîşehîre hatin qetilkirin bi bîr anî

Komîteya Navendî ya MLKP'ê gerîlayên FESK'ê Ozan Sokmen û Firat Şen ku li Eskîşehîrê hatin qetilkirin bi bîr anî.

Komîteya Navendî ya MLKP'ê di daxuyaniya nivîskî de got, ''Ji fermandarên FESK'ê hevrê Ozan Sokmen û gerîlayê FESK'ê Firat Şeran biryardarî ''an azadî an mirin'' careke dî bi xwîna xwe nivisin.''

MLKP'ê derbarê du gerîlayên FESK'ê got, ''Hevrê Ozan û Firat ji Stenbolê heta bi Şengal, Izmîrê û  Rojava li cografyayeke berfireh ji bo şoreşê şer kirin.''

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, ''Wê bîranîna şervanên FESK'ê bidin jiyîn, ji bo ku em berdêlê bi dijminê bi mêtingeriya faşîst bidin em ê ranwestin.''