MKP’ê sê hevrêyên xwe bi bîr anî: Ew têk neçûn

MKP’ê hevrêyên xwe Yilmaz Kes, Sevda Serînyel û Mahîr Ozgul bi bîr anî.

Buroya Siyasî ya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Maoîst daxuyaniyeke nivîskî weşand û hevrêyên xwe Yilmaz Kes (Şahîn), Sevda Serînyel (Mercan) û Mahîr Ozgul (Doktor) bi bîr anî.

‘DIJMIN NEKARÎ WAN TESLÎM BIGIRE’

‘Sê stûnên şerê gel ê sosyalîst di 1’ê Tebaxa 2017’an de xwe bi stêrkan girtin. Li pişt wan mîrateya wan a komunîst, têkoşîna wan a siyasî û berxwedana wan a dîrokî ma. Dijmin di warê stratejîk de nekarî hevrêyên em teslîm bigire. Hevrêyên ku li pey şopa hevrê Şahîn in, vê helwesta bi biryar a rêheval Şahîn dişopînin û ji dêvila ku teslîm bibin, bombeyên xwe, bi xwe ve teqandin.”

Di vê meşê de wê berdêlên mezin were dayîn lê wê ji şoreşê bi paş ve gav neyê avêtin. Geşkirina şerê gel ê sosyalîst bangek e ku hevrêyên me yên nemir bi helwesta xwe ya pratîk li me kirine. Wê tercîha şoreşgerên komunîst mirina ji bo azadiyê be.”