Mizrakli ji bo berxwedana li dijî zilmê bang kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli yê ku di Girtîgeha Kayseriyê de girtiye, ji bo berxwedana li dijî zilmê bang kir.

Selçûk Mizrakli yê ku peywira wî hatibû desteserkirin û qeyûm li şûna wî hatibû peywirdarkirin, bi rêya parêzerên xwe ji Girtîgeha Kayseriyê peyamek şand.

Mizrakli got ku “Feraseta ku ji bîr dike em li Çanakkaleyê li ba hev hatine veşartin û nehiştine dayika Aysel Tûglûk li Enqereyê were veşartin, nirxên mirovayetiyê û bîra me ya hevpar tune kiriye. Niha jî di şexsê Îbrahîm Gokçek de wesfa mirovbûnê ketiye bin lingan.”

Mizrakli bang kir ku divê li dijî polîtîkayên desthilatdariyê mirov bi culhet li ber xwe bidin û got, “Sînorê zilma zaliman bi sebra bindestan tê diyarkirin. Divê em dev ji sebrê berdin, bi culhet li dijî zilmê derkevin.”