Mîtînga KESK’ê: Emê teslîmê faşîzma AKP’ê nebin!

Mîtînga KESK’ê: Emê teslîmê faşîzma AKP’ê nebin!

KESK’ê di çarçoveya greva xwe ya ku du roje didome de bi piştgiriya hêzên ked  û demokrastiyê li Qada Kizilayê bi yek dengî ‘Em teslîmê faşîzma AKP’ê nabin’ qiriyan û gotin hêza wan ya guherînê heye.

Îro roja duyemîn ya gireva kul i ser daxwaza KESK’ê hatiye destpêkirinê ye.  Wek gelek cihan li Enqereyê jî mîtîng bi coş û girseyek mezin dest pê kir.  Girse ji Cadeya Ziya Gokalp heta ber Qada Kizilay meşiya.  Qada Kizilayê ya ku bi salane ji bo mîtîngan girtiye, ji ber berxwedana Parqa Gezî ya Taksîmê zehmetî derneket.

ERDOGAN ÎSTÎFA!

Kesên tevli mîtîngê bûn Erdogan protestokirin û  bê navber dirûşmeyên daxwaza îstîfakirina Erdogan berzkirin.  Ligel DÎSK, TMMOB, TTB’ê, BDP,ESP û CHP’ê jî piştgirî da mîtîngê.

Mîtîng ji aliyê du helîkopteran ve bê navber hat şopandin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê  birayê Ethem Sarisuluk yê 4 roj berê li Kizilayê bi giranî birîdar bû Mustafa Sarisuluk axivî  û nêzîkatiya Erdogan rexne kir.

HÊRS VEGUHERÎ BERXWEDANÊ

Piştre sekreterê giştî yê KESK’ê Hakki Tombul daxuyaniya hevpar xwend û ev serhildana ku çend roje li Tirkiyeyê didome, hêrsek li dijî hikûmeta AKP’ê ye û got ev hêrs veguheriye berxwedanê. Ev berxwedan li dijî AKP’ê ye.  Ev bersiveke li dijî zext û otoriteya AKP’ê ye.

Tombul da zanîn ku divê Erdogan daxwazên gel bîne cih û  wezîrê karê hundir, waliyê stenbolê û midûrê polîsan ku bi rojane terorê dimeşîne ji peywirê bigirin.

 Piştî axaftina Tonbul mîtîng bi coş û gerandina govendê didome.