Mîtînga 1'ê Îlonê ya li Stenbolê îro pêk tê

Mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya li Stenbolê wê îro li meydana azadiyê ya Bakirkoyê pêk were.

Mîtînga 1'ê Îlonê ya li Stenblê ji aliyê pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), EMEP, EHP, Halkevlerî, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û gelek rêxistinên civakî yên sivîl ve tê organîzekirin.

Mîtîng wê saet 15'an li meydana azadiyê ya Bakirkoyê dest pê bike. Ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê hate kirin.