Mîstûra: 'Plana B' ya li Sûriyeyê, şerekî girantir e
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra beriya destpêkirina danûstandinên Cenevre-3 ên îro, li ser pêvajoyê agahî da. Mîstûra diyar kir, danûstandin wê bi rengê sê tûran bên kirin.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra beriya destpêkirina danûstandinên Cenevre-3 ên îro, li ser pêvajoyê agahî da. Mîstûra diyar kir, danûstandin wê bi rengê sê tûran bên kirin.
De Mîstûra da xuyakirin, ku ti alternatîfa danûstandinên Cenevreyê nîne.
Di civîna çapemeniyê ya beriya destpêkirina danûstandinên Cenevre-3 de Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra got, "Ev yek ji bo Sûriyeyê kêliya heqîqetê ye". Li ser plana danûstandinan Mîstûra got, "Em plan dikin ku danûstandinên li Cenevreyê bi rengê sê tûran pêk bînin. Tûra yekemîn îro destpê dike. Tûra duyemîn, hefteyek an jî deh rojên navbera piştî 24'ê Adarê wê destpê bike. Tûra duyemîn wê herî hindik du hefteyan bidome. Tûra sêyemîn jî wê piştî navberekê destpê bike."
De Mîstûra di dewama axaftina xwe de got, "Heta hingî (dawiya tûra sêyemîn) qet nebe wê nexşerêyeke zelal li ber destê me amade be. Bi zanebûn ez dibêjim ne li hevkirin, lê nexşerêya zelal. Gelê Sûriyeyê vê ji me dixwaze."
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî de Mîstûra destnîşan kir ku ti alternatîf ji danûstandinên Cenevreyê re nîne û got, "Hin radibin qala 'Plana B' dikin. Bi qasî ez dizanim 'Plana B' ancax vegera li şer, vegera li şerekî girantir be."