Misir li dijî destwerdana leşkerî ya Sûriyeyê ne
Misir li dijî destwerdana leşkerî ya Sûriyeyê ne
Misir li dijî destwerdana leşkerî ya Sûriyeyê ne
Wezîrê Karên Derve yê Misirê Nebîl Fehmî diyar kir ku welatê wî li dijî destwerdana leşkerî ya Sûriyeyê ye.
Wezîrê Karên Derve yê Misir Nebîl Fehmî ku şevê din tevlî bernameya televîzyona MBC’yê bû, diyar kir ku welatê wî piştgiriya operasyona leşkerî ya li dijî Sûriyeyê nake. Derbarê gefên DYE yên destwerdana leşkerî li Sûriyeyê de Fehmî, destnîşan kir ku pêwîste DYE ti biryaran yek alî negere û li benda biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) û raporên Komîteya lêkolînê madeyên kîmyawî bisekine.