Misir gola xwînê ye
Misir gola xwînê ye
Misir gola xwînê ye
Li Misirê piştî bi darbeya leşkerî xistina desthilatdariya Mursî,ev demeke dirêje li qadên Qahîreyê alîgirên Mursî çalakiyan pêk tînin û vê sibê êrîşeke dijwar pêk hat. Bi sedan kes mirinû bi hezaran birîndar bûn.
Vê sibê di saetên zû de li hemberî xwepêşendarên alîgirên Musî êrîşên tund pêk hatin. Der barê bîlançoya êrîşan de hejmarên bi naqok hene. Birayên Musliman diyar kirin ku komkuijyek pêk hatiye û 500 kes mirine û nêzî 10 hezar kes jî birîndar bûne. Wezareta Tenduristiyê jî îdia kir ku 5 hêzên ewlekariyê bi giştî 15 kes mirine û 179 kes jî birîndar bûne.Nûçegîhanê Ajansa nûçeyan a Fransayê jî diyar kir ku 3 jê di morgê de bi giştî 124 cenazeyên çalakgeran dîtine. AFP da zanîn ku ev bîlanço tenê ya Qada Rabîaye.
Çalakgeran jî destnîşan kir ku nêzî 2 hezar û 200 kes mirine û ne mumkune di şertên heyî de bê piştrastkirin.
Vê sibê qada kampê ya mezin a nêzî Mizgefta Rabîa El Adawiye ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Piştre bombeyên gazê avêtin. Ji balafirgehan her tim bi hoparloran hişyarî hat kirin. Ji bo barîkat hilneweşin buldozer hatin bikaranîn û li dora qadê snîper hatin bicihkirin. Hemû derketin û têketinên qadê hatin girtin.
Berdevkek ji Birayên Musliman diyar kir ku navendên tenduristiyê jî tê de elektîrîka hemû Qada Rabîa hatiye birîn. Li qadê pevçûnên dijwar tên jiyîn.
Wezareta Karê Hundir jî diyar kir ku berbi saetên nîvro qada Nahda hemû xistine bin kontrolê û nêzî 200 çalakgerên ku tê gotin hemû bi çekin hatine binçavkirin û di nava de endamên Birayên Musliman jî hene.
Di dîmenê ku ji aliyê televîzyona El Watan ve hatiye weşandin de, piştî belavkirina çalakgeran cesedên hatibûn şewitandin hebû. Sedema derketina gir hêj ne diyare.
Çalakgeran piştre xwest li Qada Mustafa Mahmud kampê ava bikin lê li vir jî rastî êrîşa polîs û leşkeran hatin. Nûçegîhanê rojnameya Le Monde Serge Mîchel û rojnamgerê rojnameya Guardîan Patrîck Kîngley diyar kirin ku polîsan bombeyên gazê û gule bikaranîne.
Piştî êrîşê Birayên Musliman, bang li Misiriyan kir ku li dijî komkujiyê derketin qadan û got armanca van êrîşan eve ku kesên li dijî darbeya leşkerî dertên, bê deng bikin. Hikûmeta dembohurî jî da zanîn ku ji van bûyeran Birayên Musliman berpirsyarin.
Ji partiyên îslamî Camaa Îslamî jî bertek nîşanê sûcdariyên darbeyê da û ji endamên xwe xwest êrîşê saziyên olî û xiristiyanan nekin.
Hikûmetê ji bilî Qahîreyê hemû seferên trenê da rawestandin. Ji gelek cihên welat nûçeyên pevçûnan tên. Li Qahîreyê riyên mezin tên girtin, civaka Kopt jî bû hedef, li gelek bajaran dêr dan ber agir.
Ji qada navnetewî jî bertek nîşanê êrîşan dan. Wezîrê karê Derve yê Îranê ji van êrîşan re got komkujî û got: “Îran ji nêz ve temaşe dike. Bûyerê şîdetê erê nake. Komkujiyê şermezar dike.
Wezareta karê Derve ya Îngîlistanê jî da zanîn ku ew van êrîşan şermezar dikin û got bila hêzên ewlehiyê bi pîan tevbigerin. Serokwezîrê Tirk jî ji bo bidawîkirina komkujiyê bang li Konseya Ewlehiyê ya NY û Yekitiya Ereban kir.
Yekitiya Ewropayê jî fikarên xwe anîn ziman û got şîdet tu çareseriyê bi xwe re nayne.