Mirovahî tê kuştin nebin hevkar

Siyasetmedar, nivîskar, sendîkavan û pispor yên ji Elmanya, Fransa û Ingilistanê ji Yenî Özgür Politika re axivîn û gotin, ‘’Efrîn tê kuştin. Bêdengî sûcê herî mezin ê şer e. Nebin hevkarê vî sûcî.’’

Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransayê Pîerre Laureng dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê bi renge ‘dîktatoriya Erdoğan’ bi nav kir û got, ‘’Heta niha me bang li gelek hikûmet û serokkomaran kir. Divê Fransa, Yekîtiya Ewropa, NY û hêzên navnetewî ji bo ku Erdoğan bidin rawestandin hewl bidin’. Laurent got ne tenê dewlet, li Fransayê çi kesê ku dibêje ez demokrat im, komunîst im, sosyalîst û hawîrdorparêz im divê ji bo Efrînê çalakiyan bike û got, ‘’Ez bang dikim. Heke li Efrînê mirov xwedî derkeve wê were xilaskirin. Hikûmet demildest divê bibêje STOP komkujî, STOP Erdoğan’.

Parlamenterê Partiya Çep Coquerel got, ‘’Niha dema wê ye ku em pişta Kudan bigirin. Li bara êrîşê ser Efrînê ya Erdoğan Fransa bi bêdengiya xwe hevkariyê dike. Tiştên ku têne jiyîn nayê qebûlkirin. Li wir mirovahî tê kuştin. Bêdengiya li bara vê sûcê herî mezin ê şer e.’’

EM LI QIRKIRINEKE DIN TEMAŞE DIKIN

Parlamentera ji Partiya Komarparêz Valerie Boyer jî got, ‘’Em dîsa li qirkirinê dinerin. Li bara dewleta Tirk a ku ji qirkirinan têr nabe her kes bêdeng e. Û ev adrêsa qirkirinê Tirkiye ye, ku weke mezintirîn hêza duyem a NATO’yê tê naskirin. Ev şerm e. Şerma dîrokî ye. Fransa û Ewropa vê qebûl dike? Heta kengî ev bêdengiya bi hevkarî?’’

ME DESTÛR DA ERDOĞAN!

Nivîskara Fransî Carolîna Faurest jî got, ‘’Li Efrînê mirovahî di nav xwînê de ye’ . Fourest got bêdengî Erdoğan wêrek wiha û wiha domand: ‘’Erdoğan û hevkarên wî cîhadîst Kurdan, Êzîdiyan û gelên wir dikujin. Erdoğan dixwaze pozisyon û destkeftiyên Kurdan tine bike. Me destûra vê da. Bi bêdengiyê me destûr da. Em ê berdêla vê bi tenêhiştina wan pir giran bidin lê wê demê em ê dereng mabin. Niha dema wê ye ku em li Kurdan xwedî derkevin. Bêdengiyê xira bike.’’

TIRSA TIRKIYEYÊ DYA YE

Siyasetzan ê Fransiz- Lubnanî Khattar Abou Diab got,’’Weke ku Enqere û Şam ji veqeqîna Rex Tillerson jî tê fêhmkirin ditirse ku li Sûriyê politikaya DYA’yê biguhere. Ji bo vê jî heta ku jê tê dixwaze di demeke kurt de cihên Kurdan xilas bike.’’

Dîab got Tirkiye bêyî ku helwesta DYA’yê biguhere dixwaze herêmên dî yên Kurdan jî bi dest bixe.

Diab got Tirkan Amerîkî û Rûs çêrandin û Tirk bi destûra wan qada hewayî ya Sûriyê bi kar anîn û EFrîn bombe kirin û ji vê re ‘’cot îxanet’ got û diyar kir encama li Efrînê ji bo ‘Rojavayiyan’ wê berdêlên giran bîne.

MERKEL HEVKAR E

Parlmenterê Dîe Lînke Heîka Hansel jî got, ‘’Dewleta Tirk dema ku êrîş bire ser Efrînê hikûmeta Elman di nav 20 rojan de bi bihayê 4.4 milyon dolar çek û malzeme firotine Tirkiyê. Ên ku çek firotoine Tirkiyê bûne hevkarê vî sûcî. Divê NY jî êrîşa dewleta Tirk a li ser EFerînê bi renge binpêkirina hiqûqa navdewletî binirxîne û hemû sûcan lêkolîn bike, derxîne holê.’’

Hansel got Tirkiye endamê NATO’yê û ,’’Divê NATO dewleta Tirk şermezar bike. Hikûmeta Elman ji bo ku di nav NATO de ev dagirkerî were şermezarkirin dikarîbû ınsîyatîvê bistîne’’ û domand, ‘’Berjewendiya hemûyan li wir hebû. Berjewendiya NATO’yê hebû, ji bo şerê li wê herêmê pêdiviya wan bi Tirkiyê heye. Jixwe mesele ev e. Ji bo vê divê em berxwedanê geş bikin. Divê em li parlamentoyê û li derveyî parlamentoyê zextan li ser Merkez zêde bikin û ‘hevrêtiya bi Erdoğan’ re a Merkel bi dawî bikin.’’

SPD DIVÊ LI CEM KURDAN BE

Wezîrê berê yê dadmendiyê Heîldrun Merk jî got êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê binpêkirina hiqûqa navnetewî ye û SPD ya hevkarê hikûmetê divê bi helwesteke wiha be ku li cem Kurdan be.

Merk got Tirkiye sûcê şer dike û wiha domand ‘’Tirkiye ji mêj ve hemû rêgezên hiqûqê binpê dike. Li welatê xwe jî vê dike û niha li Sûriyê jî vê dike. Tiştên ku li Sûriyê li dijî Kurdan têne kirin dijî hiqûqê ye. Dive em hemû li dij vê bin. Divê em nîşan bidin bê ka li vir kî sûc dike û kî nake. Erdoğan sûcdar e.’’

PIRTÛKA DIRÛTIYÊ NIVÎSÎN

Ji ber hevkariya qirêj a hikûmeta Ingilîz a bi Tirkiyê re, bêdengiya li ara sûcê şer û êrîşa dagirker a li ser Efrînê dibe sedema nerazîbûnan.

Parlamentera Partiya Karker a Ingilîz Kate Osamar: Rewşa ku mirov pir bêhnteng dike artêşa Tirk di êrîşa ser Efrînê de bi komên cîhadîst re hevkariyê dike. Divê neyê jibîrkirin, hêzên Kurd ji bo ku komên cîhadîst ji Bakurê Sûriyê derxîne şerekî mezin da.

Parlementerê Partiya Karker Davîn Lammy: Erdoğan bi rayeyên ku NATO’yê dane îro li qadê bi El Qaîde û DAÎŞ’ê re hevkariyê dike. Hemû bi hev re dibine hevkarê kuştina bi barbarî ya jin û zarokên bêguneh. Ingilistan divê di cih de wê vîna ku dawî li êrîşên qirker û dagirker bîne, nîşan bide.

Parlamentera Sîen Fînn Chrîs Hazzard: Rûmetek e ku mirov li cem Kurdan be. Divê Serokwezîr May êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de bi zimaenkî tund şermezar bike. Em Sîen Fînn li cem mirovên Efrînê ne û dilxwazê wan in. Her çilo jî be divê êrîşa li ser Efrînê demildest were rawestandin. Sûc e ku mirov bibêje me nizanîbû. Kurdan denge xwe li me kiribûn. Êdî ti lîderê siyasî yê Ewropa û sendîkayan nikaribin bibêjin, ‘me nizanîbû’. Em careke dî rastî li dirûtiya Ewropayê tên. YE ya ku kulûba sermiyanyê ye pirtûka dirûtiyê nivîsî ye.’’

Lîderê Sendîkaya Gihandinê ya Karkeran TSSA Manuel Cortes: Divê demildest Tirkiye êrîşan bide rawestandin, bi rengekî bêqanûnî êrîşê dibe ser welatekî li derveyî sînorê xwe û hewl dide ku dagir bike. Ji bo ku xirabtir nebe dive Tirkiye were rawestandin.

Lîderê Sendîkaya GMB Tîm Toache: Ji bo ku ev êrîşên ku serê mirov dixin ber me de yên Tirkiyê di cih de werin rawestandin. Serokwezîrê Ingilistanê Borîs Johnson weke k udi êrîşa ser Efrînê de tine be tevdigere. Johson ji bo ku van êrîşan şermezar bike û helwestê nîşan bide çi tişta ku ji dest hat divê nîşan bide.

Dîrekterê Komîteya Navnetewî ya Sendîkaya GMB’ê Berth Schouwenberg: Dewleta Ingiliz dema ku Kurdan li dijî DAÎŞ’ê şer dikir destek dida Kurdan, lê dema ku êrîş bi ser de hat bi bêdengiya xwe bû hevkarê sûc. Tenê tiştek dikare vê bibêje; emperyalîzma Ingilîz.