Mirina bi guman a leşkerê Kurd
Mirina bi guman a leşkerê Kurd
Mirina bi guman a leşkerê Kurd
Ferhat Işik ê ji Wanê, ku li Qereqola Bejê ya navçeya Şirnex Qilabanê leşkeriya ji neçarî dikir, bi îdîaya 'xwe kuştiye' cenazeyê wî ji malbatê re hat şandin. Malbata Işik dibêje, kurê wan ji aliyê fermandarê ku berê pêre nîqaş kiribû ve hatiye kuştin.
Ferhat Işik ê li Qereqola Bejê ya navçeya Şirnex Qilabanê leşkeriya ji neçarî dikir, hat îdîakirin ku di 29'ê Cotmehê de dema nobed digirt, xwe kuştiye. Piştî otopsiya li Amedê, cenaze ji bo radestî malbatê bê kirin anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê. Piştî ku bûyer hat bihîstin Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, rêveberên DBP'ê û bi sedan kes, ji bo pêşwazîkirina cenazeyê Işik li ber nexweşxaneyê civiyan.
Li gorî agahiyên ku rayedarên leşkerî dane malbatê, zarokê wan di dema nobedê de li tiwaletê guleyek berdaye sînga xwe û xwe kuştiye. Lê belê malbata ku cenaze dît anî ziman ku li ser rûyê zarokê wan şopa lêdanê heye, diranên wî ji ber lêdanê hatine şikestin. Li dû lêkolîna cenaze ji aliyê dozgeriya Qilabanê li Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê otopsî hat kirin, lê tevî van lêkolînan jî encama otopsî ji malbatê re nehat ragihandin û ji malbatê re hat gotin, ku sedema mirinê "xwekuştina bi çekê" ye.
Bav Îhsan Işik, ji mirina kurê xwe rayedarên leşkerî berpirsyar dît û anî ziman ku dema ew bi hevsera xwe re roja Yekşemê çû serdana kurê xwe, kurê wî ji wan re gotiye ku fermandarê wî zextê lê dike.
Bav Îhsan Işik got, kurê wî jê re gotiye, "Fermandarê beşê xwest min bişîne herêma baregehê, lê dema min qebûl nekir û li ser vê yekê gefa 'Eger tu bi ya min neke ez ê karî herî xerab bi te bidim kirin' li min xwariye."
Işik destnîşan kir ku ew bawer nake kurê wî xwe kuştibe û anî ziman ku berpirsyarê yekane yê mirina kurê wî, fermandarê wê beşê ye.
Cenazeyê Işik wê saet di 12:00 de li piştî wecîbeyên olî yên li Mizgefta Fatîh a li taxa Xaçortê, bê veşartin.