Mîralay Hûsam El-Ewak Ji ASA veqetiya, beşdarî QSD’ê bû

Mîralay Hûsam El-Ewak bi daxuyaniyekî çapemeniyê diyar kir ku ji Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) veqetiyaye û başdarî refên QSD’ê bûye.

Mîralay Hûsam El-Ewak bi daxuyaniyekî çapemeniyê diyar kir ku ji Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) veqetiyaye û başdarî refên QSD’ê bûye.

Berdevkê Fermî yê QSD’ê Mîralayî Telal Silo, Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl, Endamên Fermandariya Gîştî ya QSD’ê Qehreman Hesen û Lewend Rojava, Kişîşê Dêra Asûrî Îşo Werde, Serokê Komîteya Olî û Endamê Meclîsa Ruspiyên Hesekê Şêx Reşîd di civîna çapemeniyê de amade bûn.

Di destpêka civînê de Mîralayî Hûsam El-Ewak bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji refên bermahiyên Artêşa Azad ku niha li Bakurê Sûriyê di bin dagirkeriya artêşa Tirk de şer dikin vediqete û dixwaze tevlî nav refên QSD’ê bibe.

Daxuyaniya Hûsam El-Ewak wiha ye:

“Ez Mîralayî Hûsam El-Ewak cîgirê Fermandariya Kombûna Efserên Azad, tevî komek ji efserên birûmet îlan dikin ku em ji ber hin sedeman ji bermahiyên Artêşa Azad vediqetin û tevlê refên QSD’ê dibin. Sedemên veqetîna me jî wiha ne:

* Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve me li hember koma Birayên Mislumanan şer kir, van siyaseta îcbarkirinê li ser me ferz kirin û şoreşa Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe bikar anîn. Vê komê bi rêya Meclîsa Niştimanî ya Sûriyeyê û koalîsyona Sûriyê xwe wek nûnerê tekane û rewa yê gelê Sûriyê binav kir. Piştî 6 salan ji şoreşa Sûriyê em tê gihiştin ku armanca wan bi tenê ew e ku bi hemû rê û rêbazên fêlbaziyê ku li hember dewletên ku alîkarî didin şoreşa Sûriyê (bi taybet koma welatên hevalên Sûriyê) dixwazin pereyan bidest bixin. Bi vê yekê jî xwestin ku Artêşa Azad bigirin bin kontrola xwe û desthiladariyê bidest bixin.

 * Baskên Leşkerî yên çekdar ên girêdayî Birayên Muslimanan ji bo berjewendiya komên radîkal ku ji aliyê Îstixbarata Tirkiye (MÎT) tên birêvebirin, Artêşa Azad bi temamî tune kirin. Van efserên birûmet ên artêşê ku fermanên wan qebûl nekirin bi îxanetê qetil kirin.

* Komên çeteyên Birayên Muslimanan hiştin ku komên Artêşa Azad û komên nerm ên muxalefetê bi darê zorê tevlî refên komên terorîst ku qaşo musliman in û al û sembolên îslamî radikin, bibin. Dîsa jî hiştin ku ev kom bi darê zorê dagirkeriya Tirkiyê ji axa Sûriyê qebûl bikin.

* Beramberî sivîlên herêmê rêbazên terorane bikar anîn û hiştin ku sivîl ji bo berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker bixebitin. Çeteyan rûspiyên herêmê ku dagirkeriya wan qebûl nekirin kuştin, malên wan talan kirin û ew neçarî koçberiyê kirin.

Ji ber vê yekê em îro hatin vir da ku îlan bikin ku bermahiyên Artêşa Sûriye ya Azad û komên nerm ên muxalefeta Sûriyê bi temamî tune bune û dixwazin ku tevlî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku bingeha sereke ya avakirina Artêşa Niştimanî ya hemû Federasyonan (Artêşa Niştimanî ya Federasyonê) e.

Bijî Federaliya Rojava”

Piştî Mîralayî El-Ewak, Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mîralayî Telal Silo jî daxuyaniyek li ser navê Fermandariya QSD’ê da û daxwaza El-Ewak qebûl û silav kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Di serî de ji bo şehîdan dilovanî û ji birîndaran re şîfaya xêrê hêvî dikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 10’ê Cotmeha 2015’an de hate avakirin. Hêzên me ji dema avakirina xwe ve xwedî van armancan bû:

* Şerê li hember terorê û rizgarkirina gel û axa me ji zilma çeteyên DAIŞ û hevalbendên wan.

* Yek-kirina refê hêzên demokratîk ên ku li qada Sûriyê şer dikin û ruyê rasteqîn ên şoreşa Sûriyê temsîl dikin.

* Yek-kirina refê hemû pêkhateyên gelê Sûriyê ji Kurd, Ereb, Tirkumen, Sûryen û Aşûriyan.

* Avakirina Sûriyeya demokratîk û pir alî ku hemû pêkhateyên civaka wê bi azadî, wekhevî û rumeta xwe li ser axa wê jiyan bikin û mafên hemû neteweyan lê parastî be.

* Hêzên Sûriyeya Demokratîk bingeha avakirina Hêzên Netewî yên Çekdar li Sûriyeyê ye.

Me ji roja îlankirina QSD’ê ve bang li hemû hêzên çekdar ku cewherê xwe yê şoreşger û demokratîk paratine kiribû ku tevlê refên me bibin. Lewra jî niha em tevlêbûna Mîralayî Hûsam El-Ewak û komek ji efserên birumet ji refên QSD’ê re silav û pîroz dikin. Em ê pevre rêya xwe ya rizgarkirina tevahî Sûriyê, avakirin û pêkanîna armancên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bidomînin.”