Milîsên Tekîn Goyî yên HBDH’ê li Stenbolê çalakî kirin
Milîsên Tekîn Goyî yên HBDH’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li Stenbolê çalakiya sabotajê kirin.
Milîsên Tekîn Goyî yên HBDH’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li Stenbolê çalakiya sabotajê kirin.
Milîsên Tekîn Goyî yên HBDH’ê ev tişt gotin: “3’yê Îlonê di derdora saet 13.30’an de beşa servîsê û wesayîtan a li qata bodrûmê ya Şîşlî Plaza ya li Cadeya 19 Mayis a Şîşlî-Fulyayê, ji aliyê milîsên me ve hatin hedefgirtin. Hemû avahî bi taktîka sabotajê şewitî û derdor bi çalakiyê re kete panîkê. Yên ku difikirin ew ê di plazayên dewlemend de bi aram bin, wê her tim di nava tengasiyê de bijîn!”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat diyarkirin: “Milîsên me yên Tekîn Goyî piştî çalakiyê bi rengekî biewle gihiştin qadên xwe. Em vê çalakiyê diyarî milîtanên Artêşa Rizgariya Beluc hevrê Zîlan Kurd (Mahal Beluc) û Rizwan Beluc (Hamal) ên bi fedayî şehîd bûne, dikin.”