Milîsên Mehmet Tûnç ên HBDH'ê çalakiya bombeyî lidar xistin

Milîsên Mehmet Tûnç ên HBDH'ê ragihandin ku li Stenbolê li dijî şaxê Marketa BÎM'ê çalakî li dar xistine.

Milîsên Mehmet Tûnç ên HBDH'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "5'ê Sibata 2021'ê saet di 23:00 de li taxa Kîrazli ya Bagcilar a Stenbolê li dijî Şaxê Marketa BÎM'ê Milîsên me yên Mehmet Tûnç ên HBDH'ê çalakiya bi teqemeniyê li dar xistin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Odeyên gazê yên faşîzma Hîtler di desthilatdariya Erdogan de weke jêrzemînên hovîtiyê li Cizîrê ji nû ve hate bikaranîn. Beriya pênc salan di 7'ê Sibatê de 177 şoreşgerên welatparêz ên Kurd hatin qetilkirin. Yên ku ji wan heye ku bi vê komkujiyê berxwedana azadiyê li jêrzemînê tune kirine, bila zanibin ku çalakiyên HBDH'ê silava Mehmet Tûnç e. Ev gotin wê li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Amedê bibe kabûsa faşîzmê.

Mehmet Tûnç; 'Dibe ku em birçî ne, tî ne, me sar e lê belê bila nebêjin ku ev yek bergerandine. Cizîr li ber xwe dide. Em serî li ber faşîzma AKP'ê natewînin. Çawa ku me soz dane Mazlûm, Xeyriyan, çawa ku wan serî li ber Esat Oktay netewandin, em ê jî serî li ber faşîzma AKP'ê netwînin. Bila gelê me bi Cizîrê serbilind be'.

Navê wan rûmeta me ye, gotinên wan soza me ye."