Milîsên KBDH’ê li Mêrsînê çalakî li dar xist
Milîsên Tolhildanê yên Amara Ronahî ya KBDH’ê diyar kir ku li Kolana 6055’an a Taxa Halê ya Akdenîza Mêrsînê li dijî hêzên dewleta Tirk bi teqemeniyên bi destan çalakî li dar xistine.
Milîsên Tolhildanê yên Amara Ronahî ya KBDH’ê diyar kir ku li Kolana 6055’an a Taxa Halê ya Akdenîza Mêrsînê li dijî hêzên dewleta Tirk bi teqemeniyên bi destan çalakî li dar xistine.
Milîsên Tolhildanê yên Amara Ronahî ya KBDH’ê derbarê çalakiya xwe li Mêrsînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Di 24’ê Mijdara 2020’an de saet di 22’an de li Kolana 6055’an a Taxa Halê ya Akdenîza Mêrsînê li dijî polîs û notirvanên faşîzmê bi teqemeniyên bi destan çalakiyek hate lidarxistin. Piştî teqîneke mezin gelek ambûlans hatine qadê û birîndar ji qadê birine. Hejmara mirî û birîndaran nehatine zelalkirin û yekîneyên me bi selametî ji qadê derketine.
Vê çalakiya me bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan hatiye lidarxistin. Li hemberî polîtîka û êrîşên faşîzma AKP û MHP’ê yên li dijî jinan em ê têkoşîna jinan a yekgirtî geş bikin.
Vê çalakiya me ji bo fermandarên me yên jin Amara Ronahî û Eylem Maço hatine lidarxistin yên ku di 3’ê Cotmeha 2020’an de li Amedê dema di şerê li dijî faşîstan de şehîd bûne.”