BI DÎMEN

Milîsên HBDH’ê li Kocaeliyê otêleke turîstîk dan ber agir

Milîsên HBDH’ê yên Mehmet Hayrî Dûrmûş ragihandin ku wan ji bo bîranîna şehîdên berxwedana zindanan li Kocaeliyê otêleke turîstîk dane ber agir.

Milîsên HBDH’ê yên Mehmet Hayrî Dûrmûş dan zanîn ku wan 19’ê Îlonê di saet 01.40’an de li Taxa Çamçûkur a Kocaeliyê otêleke turîstîk hedef girtine û got: ‘’Piştî çalakiyê otêla ku bi teknîka sabotajê hatî şewitandin, êdî nayê bikaranîn.’’

Milîsên HBDH’ê yên Mehmet Hayrî Dûrmûş têkildarî çalakiya xwe daxuyaniyek dan û di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên îmha û dagirkeriyê, têkoşîna li zindanan û têkoşîna gerîlayan silav kirin. 

Naveroka daxuyaniya Milîsên HBDH’ê yên Mehmet Hayrî Dûrmûş bi vî rengî ye:

‘’Têkoşîna zindanan a Amedê di kêliya bêçaretî û li ber tunebûnê de bûye mînakeke têkoşîneke wisa ku bingeha faşîzmê hejand û hêvî û biryardarî daye hemû kesên têkoşer. Ev ruhê têkoşînê ku ji Mazlûman û heya Hayriyan gav bi gav hatiye pêşxistin, îro di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li zindanan li dijî faşîzmê her ku diçe xurttir dibe.

Beriya ku faşîzm tevbigere divê her kes cihê lê dimîne ji bo ku tecrîdê bişkîne, çalakiyan pêk bîne û bi dengekî bilind daxwaziya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike. Bi vê çalakiyê em bang li ciwan û jinên ciwan dikin ku bi ruhê têkoşîna zindana Amedê saziyên dewleta dagirker û mêtinkar hedef bigirin. Roj roja zêdetir xwedîderketina gerîlayan û şikandina tecrîd û dagirkeriyê ye.’’