Milîsên HBDH’ê li bazirganên tiryakê dan

Milîsên Ahmet Kesîp ên HBDH’ê bi silavkirina Pêngava Vejînê ya 15’ê Tebaxê li Amedê bi bombeyan li bazirganên tiryakê hate xistin.

Milîsên Ahmet Kesîp ên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Di saetên destpêkê yên 3’ê Tebaxê de li Taxa Medya ya Peyasa Amedê mala Hamza Baran ê ku serokê çeteyên tiryak û fihûşê ye, bû hedefa me. Ev çalakî bi bombeyên parçe tê de bûn hate lidarxistin. Di çalakiyê de ev çete birîndar bûne û yekîneyên me bi selametî ji qada çalakiyê vekişiyane.

Hamza Baran cerdevanekî kevn e û niha notirvan e. Dijmin ji bo ku pergala xwe ya mêtingeriyê bidomîne, van çeteyan li ba xwe kom dike. Li ku derê tiryakfiroş, sîxur û qatil hebin, hemû di nav refên faşîzmê de ne.

Em ê destûrê nedin ku ev kes ciwanên me jehrî bikin. Hemû ev torên çeteyan hedefa me ne. Wê hemû kesên wekî Hamza para xwe ji hêrsa me bistînin.”