Milîsên HBDH'ê li Amedê çalakî kirin

Milîsên HBDH'ê li Amedê li dijî wesayîteke serwîsê ya ku cerdevan tê de bûn çalakiyeke çekdar kirin. Milîsan 15'ê Tebaxê slav kirin û bang li ciwanan kirin û gotin,''Niha ne dema gotinê ye, dema çalakiyê ye.''

Milîsên Tolhildanê yên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan 12'ê Tebaxê saet derdora 23.45'an li ser rêya Amed-Bismilê li dijî wesayîta serwîsê ya ku cerdevan dibirin kozikên nobetê çalakî kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin diyar nebûye bê ka di çalakiyê de çend kes mirine û çend cerdevan birîndar bûne, piştî çalakiyê hêzên dagirker her çendî qad dorpêç kiribin jî yekîneyên wan bi sax û silametî vegerîyane ser cihên xwe yên ewle.

15'Ê TEBAXÊ HATE SLAVKIRIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Çalakiya me çalakiya gerîla ya 15'ê Tebaxê ku li ser xaka Kurdistanê li dijî mêtingeriya Tirk û kolekirinê bi guleya ku pêşî hatî teqandin û bi biryardarî ya şer biteşe bûye û îro veguheriye hêza şoreşê ya yekbûyî slav dike.

Her wiha em pêngava şoreşger a YPS û YPS-JINê ya li dijî mêtîngeriyê û sîxûr-nokeriyê slav dikin. Çalakiya me weke parçeyek ji vê pêngava şoreşger li dijî cerdevanan ku bi mêtingeriyê re bi hevkariyê ne û li dijî wan hêzên ku îxanetê li gelê xwe dikin û li dijî hêzên gerîla tevlî operasyonê dibin guleyeke bi xayîntiyê de hatiye teqandin.''

Bi berdewamî hate gotin mêtingerî û hêzên bi wan re tevdigerin jî wê werin cezakirin û ''li ser sergoya dîrokê cihê ku heq dikin bibînin.''

'NE DEMA GOTINÊ YE, DEMA ÇALAKIYÊ YE'

Milîsên Tolhildanê yên HBDH'ê herî dawî bang li ''Ciwanên Kurdistanî û Tirkiyeyî kir'' ku li dijî faşîzmê hêzê bidin berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê, li bajaran, metropan, mêtîngerîyê û mêtingeran bixin nav xeleka êgir û got,''Niha ne dema gotinê ye, dema çalakiyê ye.''