Milîsên HBDH’ê ji bo berxwedana zindanan li Stenbolê rê girtin

Milîsên HBDH’ê 4’ê Sibatê saet derdorî 23:45’an li ser rêya Beykoz-Umraniye ya Stenbolê rê li trafîkê girtin, bal kişandin ser berxwedana zindanan.

Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) a daxuyaniyek da got: “4’ê Sibata 2021’ê saet derdorî 23:45’an Milîsên HBDH’ê yên me rêya diçe Beykoz-Umraniye ya Stenbolê rê li trafîkê girtin. Milîsên me li vir meşal pêkirin, fîşek teqandin û dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ qîr kirin.”

HBDH’ê diyar kir ku yên li zindanan heman demê ji bo yên li derve li ber xwe didin û got: “Ew li hundir di nava vê têkoşînê de bendena xwe danîne holê, yên li derve jî divê xwedî li vê berxwedanê derbikevin, zindanan bi kolanan re bike yek û tevlî seferberiya serketina azadiyê bibin. Li ser vî bingehî em ê jiyanê li her derê bitevizînin, îlan dikin ku li dijî faşîzmê dikevin nava çalakiyên bê dem.”