Milîsên HBDH’ê ji bo 33 cangoriyan çalakî li dar xistin

Milîsên HBHDH’ê Tesîsa Mehmet Akîf Ersoy a şaredariya Bayrampaşayê şewitand.

Milîsên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin ku di 3’ê Tîrmehê de wan li Stenbolê Tesîsa Mehmet Akîf Ersoy a şaredariya Bayrampaşayê şewitandine.

Hate diyarkirin ku ji bo 33 cangoriyên ku di 2’ê Tîrmeha 1993’an de li Sêwasê hatibûn qetilkirin, ev çalakî hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Kujerên qetlîamên Sêwas û Çorûmê îro koalîsyona faşîst a AKP û MHP’ê ye. Ev desthilatdarî îro jî bi destê çeteyan li welat û herêmê qetlîaman didomîne. Şaredarê Bayrampaşayê yê AKP’yî diçe serdana kesên ku xwe wekî milîtanên DAÎŞ’ê didin naskirin, ji ser ÎHH a ku ji çeteyên cîhadîst re lojîstîkê peyda dike, çavkaniyên gel dişîne çeteyên li Helebê.

Em Milîsên HBDH’ê bang li her kesî dikin ku em agirê dojeha mêtingeran bibin ber qesr û qonaxên wan. Em hesabê her tiştî bipirsin. Niha dem dema çalakiyan e.”