Milîsên Agir û Rojê yên Jin li tacirên tiryakê xist

Milîsên Agir û Rojê yên Jin li navçeya Gever a Colemêrgê xaniyekî aîdî kesên ku bazirganiya tiryakê dikin, hedef girt û madeyên hişbir îmha kirin.

Milîsên Agir û Rojê yên Jin ragihandin ku wan 29’ê Tebaxê li Taxa Mexsûdava ya Geverê bazirganên tiryakê hedef girtiye.

Milîsên Agir û Rojê yên Jin têkildarî çalakiya xwe daxuyaniyek weşand û di daxuyaniya xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Ji aliyê yekîneyên me ve hate tespîtkirin ku hin kes li xaniyeke li ser rêya Taxa Mexsûdava ji bo karê firotina tiryakê dicivin. 

Yekîneyên me di kêliya ku bazirganên tiryakê li cihê berbehs dicivin, bi ser xanî de girtin û amûrên di çêkirina tirkayê de tên bikaranîn, bi temamî dişewitînin. Bazirganên tiryakê ji aliyê yekîneyên me ve tên girtin û piştî hişyarkirinê, serbest hatin berdan.’’