Midûrê berê yê CIA: Esad ji sê senaryoyên herî bi xof ya herî baş e!
Midûrê berê yê CIA: Esad ji sê senaryoyên herî bi xof ya herî baş e!
Midûrê berê yê CIA: Esad ji sê senaryoyên herî bi xof ya herî baş e!
Midrûê berê CIA ya rêxistina îstîxbarata DYA’yê ye Mîchael Hayden, da zanîn ku Beşar Esad ji sê senaryoyên herî bi xof ya herî baş e û got ev her sê senaryo jî serkeftina muxalefetê naxwaze.
Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) ku piştgiriya Rojava, Tirkiye û Monarşiyên Koferzê digire, piştî têkçûnên ku girtin, DYA û Londonê alîkariyên xwe yê ku ‘nakujin’ (non-letal) rawestandin.
Demek berê biryargeheke aydê OSO li bajaroka Bab el Hava ketibû destê Eniya Îslamî. Hate diyar kirin ku di vê depoyê de amûrên aydê artêşa Amerîkayê hene. Ji ber vê jî serokê giştî yê OSO Selîm Îdrîs di 8’ê kanûnê de ji ser Tirkiyeyê reviyabû Katarê.
Wezîrê parastinê yê DYA’yê Chuck Hagel da zanîn ku, guherîna şervanên muxalefetê pirsgirêkek mezin ava dike.
Der barê vê mijarê de ji midûrê berê yê CIA’yê Mîchael Hayden nirxandinek hat. Hayden da zanîn ku li Sûriyeyê Esad ji sê senaryoyên herî bi xof ya herî baş e’ û got ev serkeftina muxalefetê naxwazin.