Metirsiya ji ber bikaranîna şaş a antîbiyotîkan zêde dibe

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî da û diyar kir ku antîbiyotîk gelekî zêde tên bikaranîn.

Li gorî raporeke Rêxistina Tenduristiyê Cîhanê (WHO), li hin welatan antîbiyotîk bi têra xwe nînin, lê li hin welatan jî zêde tên bikaranîn ku ev yek rê li ber metirsiyan vedike.

Rapor li ser daneyên sala 2015'an ên li 65 welat û herêman hate amadekirin. Li gorî raporê, li welatên mîna Tirkiyeyê antîbiyotîk bi  nezan tên bikaranîn. Ji ber bikaranîna ne di cih de, hejmara bakteriyên kujer ên dikarin li ber antîbiyotîkan li ber xwe bidin, zêde dibe.

Di rapora WHO'yê de balkêş e ku her welat di rêjeyeke cuda de antîbiyotîkan bi kar tîne. Mînak; li Bûrûndiyê ku welatekî Afrîkayê ye her hezar kes rojê 4 caran antîbiyoktîkê dixwin, lê li Mogolîstanê ev rêje rojane bi qasî 64'an e.

LI TIRKIYÊ BI RÊJEYEKE ZÊDE ANTÎBIYOTÎK TÊ BIKARANÎN

Li welatê Ewropayê ji 1000 kesan bikaranîna rêjeya antîbiyotîkê kêm zêde 18  e, lê belê li Tirkiyê ev rêje digihê 38’an. Li Ezerbeycanê ev rêje tenê 8 e.

BIKARANÎNA ŞAŞ BERXWEDÊRIYA BAKTERIYAN ZÊDE DIKE

Di raporê de hişyarî hat kirin ku ligel bikaranîna zêde ya antîbiyotîkan, bikaranîna kêm jî ne baş e û di serî de zature, berxwedêriya li dijî gelek nexweşiyê kêm dibe.

Di raporê de hate ragihandin ligel ku pêdivî bi antîbiyotîkê nîn be bê bikaranîn, berxwedêriya bakteriyan a li dijî dermanan zêde dibe. Heke dema tedawiyê ya pêwîst bê kêmkirin jî dîsa heman bandor dike û têkoşîna laş a li dijî bakteriyan de beden bi tenê dimîne.