Meşvanên Gemlîkê gihiştin Mêrsînê: Bê Serok jiyan nabe!

Kesên ku ji bajarên derdorê ji bo 'Meşa Azadiyê' bi rê ketin, gihîştin Mêrsînê. Girseyê gelek caran dirûşmeyên “Be Serok jiyan nabe”, "Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav" û “Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok” berz kirin.

Baskê “Meşa Azadiyê” ya Çûkûrovayê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî ber bi Gemlîkê ve tê lidarxistin, gihişt Mêrsînê. Xelkê ku ji Edene, Hatay, Osmaniye û Dîlokê derketin rê, tevlî hemû astengiyên polîsan jî gihiştin Mêrsînê. Piştî ku Parka Ozgur Çocuk ku wê daxuyanî lê bê dayîn ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin, girseyê li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Akdenîzê ya li kolana Pazar ya Taxa Şevket Sumerê kom bû.

Girseyê bi Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari û parlementer Perîhan Koca, Alî Bozan û Kamuran Tantan re hat ba hev. Girse li kolanê dest bi meşê kirin. Polîsan xwestin girseyê asteng bikin. Di wê kêliyê de di navbera Tulay Hatimogullari, parlementer û polîsan de gengeşe derket. Polîsan rê li ber xelkê girt ku li kolanan dest bi meşê kirin. Polîsan bi hinceta biryara qedexeyê ya Walîtiya Mêrsînê, xwestin meş û daxuyaniyê asteng bikin. Li ser vê yekê di navbera girse û polîsan de alozî derket. Polîsan girseyê dorpêç kirin û girse gelek caran dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Zext wê nikaribin me biçewisînin”, “Bîjî berxwedana zindanan” û “Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok” berz kirin. Kesên derketin balkonên malên xwe jî bi dirûşmeyan piştgirî dan.

Girseyê di bin dorpêçê de hatin li ber Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Akdenîzê û li vir daxuyanî dan. Tulay Hatîmogûllarî bertek nîşanî biryara qedexeya Walîtiya Mêrsînê û helwesta êrîşkar a polîsan da û got: “Îro ji bo rakirina tecrîda Îmraliyê û azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan li çar aliyên Tirkiyeyê daxuyanî, meş û çalakiyên me didomin. Em ê sibê ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Heta şikandina tecrîda Îmraliyê wê têkoşîna me dewam bike.”

Di dema axaftina Tulay Hatimogûllari de girseyê gelek caran dirûşmeyên “Be Serok jiyan nabe”, "Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav" berz kirin.