Meşa Kiliçdaroglû dest pê kir
Piştî girtina Wekîlê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû 'Meşa Dadmendiyê' ku Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû banga wê kiribû li Guvenparkê dest pê kir.
Piştî girtina Wekîlê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû 'Meşa Dadmendiyê' ku Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû banga wê kiribû li Guvenparkê dest pê kir.
Kiliçdaroglû beriya meşê daxuyaniyek da û got: "Em bi rejîmeke dîktayê re hevrû bûne. Em naxwazin bi rêveberiya dîkta re bijîn. Em naxwazin li welatekî wiha ku pergala dadmendiyê lê nîn e bijîn."
Kiliçaroglû bi domdarî got "kêr gihaye hestî" û got, "Em dibêjin, êdî bes e!. An wê dadmendî were vî welatî an jî dadmendî. Weke min gotî heke berdêl hewce bin em ê berdêlê bidin. Ji bo siberoja vî welatî divê em bi hev re têbikoşin."
CHP HATIBÛ HIŞYARKIRIN
Di girtina Berberoglû de para CHP’ê zêde ye. Di rakirina destnedana wekîlan de CHP, MHP û AKP dengê ‘erê’ dabûn. Guherîn bi 376 dengan ji meclîsê derketibû û piştre jî gelek wekîlên HDP’ê hatibûn girtin.
Beriya ku were girtin Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş 18’ê Nîsana 2016’an hişyarî dabû CHP’ê û gotin, "divê kemîna ku hatî danîn baş were hesabkirin."
Wekîlê HDP’ê Sirri Sureyya Onder jî gotibû hedefa pêşî HDP jî be dor wê were CHP’ê jî.